Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [felsefevan] de;

6. Malpera kovara felsefevan e.

Li gor daxuyaniya kovarê kovar wê serê sala 2015'an derkeve. Kovara % 100 wê kurdî felsefê bike. Di gel felsefê zanistên nêzî wek civaknasî, derûnasî û hwd. jî wê hebin. Di hejmara yekem de nivîsa min a bi navê felsefeya hiqûqê jî hebe *. (Piçekî reklama xwe) Daxuyana kovarê bi vî awayî ye:



Kovara Felsefevan jî tevlî karwana kovargeriya kurdî dibe. Hejmara yekemîn sere salê (rêbendan 2015) derdikeve. Kovar dê sê mehan carekî biweşe. Xwedî û berpirsiyarê kovarê Ali Gurdilî ye. Navenda kovarê li Îzmîrê ye. Di her hejmara nû ya kovarê de, dê li ser mijarên taybet (du dosye) were rawêstin. Ji bilî dosyeyên sereke, dê nivîsên li ser mîtolojî, civaknasî, psîkolojiyê jî hebin. Herweha, dê di her hejmarê de ferhengoka felsefeyê, dîwarekî aforîzmeyan, danasîna fîlozofekî jî dê cih bigre.



Dosyeyên ku dê em ê di hejmara yekemin de li ser wan rawestin ev in…



1- Ji bo zimanê kurdî, girîngiya mijarên felsefî û zanistî



2- Têkiliya ol û felsefeyê çi ye? Çima di civaka me de, wisa hatiye têgihiştin ku felsefe bêolîtî ye?



Li ser navê rêveberiya Kovara Felsefevan



Ali Gurdilî



felsefevan@hotmail.com



07.12.2014 04:20 | xendekî