Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên gunehkar] de;

10. pirtûka hesenê metê ye ku, êdî wergera wê ya ingilîzî jî he ye. ji alîyê Dr. Sabahat Karaduman ve hatiye wergerandin, navê wê yê ingîlîzî: sinful words e. ji weşanxaneya Author House hatye çapkirin. êdî di piyaseya wêjeya ingilîzî de ye.

berg:
Here lînkê



04.09.2017 18:52 | xendekî

9. novela hesenê metê ku vê hevokê gelekî bala min kişand, neviyê mekrûs efendî kurê lûlû xan û geştîna xanimê, birayê nagîna/demora aryan dema xwe dişewitîne vê notê li dû xwe dihêle:

"Min çêbûna xwe hilnebijart, min navê xwe hilnebijart û dibêjin meriv mirina xwe jî hilnabijêre... dibêjin ev jî wersireke xwedê ye. Lê ez ê vê wersira xwedê têk bibim. Ez ji axê çêbûm, lê ez ê nevegerim axê!..."*** û xwe dişewitîne.

***rûpel: 148



10.01.2015 19:58 | xendekî

6. Ev pirtûka Hesenê Metê qala ciwanekî dixwaze xwe nêzî Xwedê bike lê di dawiya çîroka xwe de ji hemû ol û baweriya xwe sar dibe û dev ji ol berda dike. Ciwanê bi navê Behram diçe bajarekî ki wir dest bi Zanîngehê beşa ilma îlahî dike. Li wir mirovekî nas dike. Û rojek ji rojan diçe mala xwediyê xaniyê xwe yê ku kirê kiribû. Ha li wir çîroka wî dest pê dike. Behram li wir wê malbatê nas dike, Lûlû Xan û Geştîna Xanim û zarokên wan ên cêwî Aryan û Nagîna(Demora). Bûyerên efsûnî pêk tên û Behram di nav demê de dikeve nav rêwîtiyeke dirêj de. Di vê rêwîtiyê de rasta Mekrûs Efendî (Markus) û komkujiya Ermeniyan û ji wir ji bo "bizane" diçe cem Mîrê Mezin (Ehrîmen, Şeytên) û çîroka Ehrîmen û Xwedê û gunehkariya Xwedê dibîne. Û vedigere ji bo vê serhatiya xwe ji herkesî re bêje. Dev ji zanîngehê her tiştên xwe diberde dikeve rêyan ji bo gunehkariya Xwedê ya di afirandina mirovan de ji mirovan vebêje. Lê kes guhdar nake...



10.01.2015 19:41 | xendekî