Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mihrîcana berxbirê] de;

2. gerîlayên kurdistanê jî tevlî mihrîcanê dibin û tên nava gel, bi gel re govendê digirin, dicivin, diaxivin.



04.07.2014 02:52 | xendekî

1. ev mihrîcan her sal piştî cejna remezanê du sê rojan li ser çiyayê kato tê çêkirin. ji her derê kurdistanê bi hezaran kes beşdar dibe. gelek caran ji aliyê dewleta tirk ve tê qedexekirin û rêyên wê tên girtin. par dema ez çûyîm dewletê hemû rê girtibûn ne dihêlişt kes here mihrîcanê lê gel herikî herikî û dawiyê teqiya û dewlet neçar ma ku rêyên kato ji bo gel veke. mihrîcan wek kevneşopiyekî va çend sal e tê çêkirin. di mihrîcanê de konser, çalakiyên kurdayetî, lîstikên kevin, ji çanda kurdî tiştên cur bi cur tên çêkirin, her wiha berxbirîn jixwe mijara sereke ya mihrîcanê ye. ev jî wek pêşbaziyekî tê çêkirin. yê ku tevlî pêşbaziyê dibe berxê xwe diqusîne û tîne nîşanî jûriyê dike û di dawiyê de berxek tê hilbijartin û zêrekî qezenc dike.



04.07.2014 02:51 | xendekî