Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nietzsche] de;

1. navê wî friedrich wilhelm nietzsche ye. 15ê kewçêra 1844ê de rocken' prûsyayê xwedê daye.

Nietzsche ku dibêjin fikra wî ya li ser jinan di vê demê de kemiliye, di van salan de jê re gotine "keşeyê biçûk" û di 25 saliya xwe de bûye profesorê fîlolojiyê. Friedrich Nietzsche ku li ser felsefeyê kûr dibe, ji malûlî malnişîn dibe û bi temamî xwe dide nivîsandinê.

Ew bi taybetî di salên xwe yên dawî û piştî mirinê navdar dibe; piştî jiyana 11 salên wekî jiyaneke nebatî di 25'ê gelawêja 1900 'î de jiyana xwe ji dest dide. Friedrich Nietzsche bi peyva "Xweda mir" mirov kişandine nav fikirînê, peyva mirovê raser derxistiye pêş. Nietzsche ku heta niha di gelek anketan de di nav mirovên herî biaqil ên dinyayê de di nav rêzên pêşîn de cih girtiye, ji bo

pirtûka xwe nirxandina, "berhema herî kûr" kiribû. Fîlosofiya wî kartêkirineke mezin li şêweyê

ramana sedsaliya 20'an kir. Bi boçûnên xwe ên felsefî aspektên felsefa Existenz , ango heyînê vala

derxistin.

Felsefa Nitsche li ser rastî û derewan, xêr û şer, reş û spî, di çarçewa sincê de, belavbû û bi taybetî di pirtûka wî de Also sprach Zarathustra (Zerdeşt werr go) de.

Nitsche, di cîhana navnetewî de,

wek fîlosofekî hatiye naskirin, lê wek helbestvan, kêm li derveyî Elmaniya behsa wî bûye. Hêjayî

peyivê ye jî, ko helbestên wî pirr bi raman û bi

giyan ve girêdayî ne.

Pirtûka wî ya also sprach zarathustra, di pûşpera

2007an ji aliyê Muhammed Înal ve hate wergerandin û ji weşanên hîvda bi navê zerdeşt wisa ferman kir bi kurdî derket.



04.07.2014 12:58 | xendekî