5. @ciwanpiroz cizîrî yên ku em ji wan re dibêjin bajarî dema diaxivin tîpa ayp dikin "û" û wek a'yê wek û'yê bikar tînin. ji ber wê bajariyên kevin ji talê re dibêjin tûl/tul. |
|
08.07.2014 14:46 |
xendekî
|
4. @azadixwaz qertafa -anê ji bo lîstikan tê bikaranîn. dema navê lîstikê wek navderekî bê bikaranîn qertafa -anê tê. wek mînak |
|
08.07.2014 14:41 |
xendekî
|
1. li cizîr û derdora wê ji bo futbolê tê gotin. me di zaroktiya xwe de her roj digot: "deka em biçin talanê!" tal li cem me navê topê ye. em li gund diçûn ber pêz(pezî), me pez diberda wan çolan û berê xwe dida cihê talanê. li pişta gundê me li xendekê cihek hebû jê re sêlewan digotin. me ew der kiribû yarîgeha xwe û me hergav li wir talanê dikir. |
|
08.07.2014 01:56 |
xendekî
|