Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [patoz] de;

2. me jê re digot batoz: piştî me palehiya xwe diqedand dora batozê dihat. ji ber ku dema batoz genim kayê ji hev vediqetîne herderî dike toz bêhtir şevan batoz dikirin û helbet ji be germiya dinyayê jî, lewre dema batoz meha tîrmehê de bû û ev meh jî meha herî germ e. lê di van salên dawîn de piştî makîneya dirûn û gêreyê ku jê re bêhtir bîçer tê gotin derket êdî karê batozan jî nema. ji ber ku ev bîçer hem palehiyê dike ango hem didûre hem jî batozê dike ango hem jî gêreyê dike.

(bnr: bîçer hat batoz mir)



22.07.2014 22:53 | xendekî