Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lo lo qulingo] de;

3. navê helbesta memê mala hine ye:



Îsal jî

Qêrîna zaroken pêxwas hilnedan hembêza xwe refên

qulingan

Dîsa

Di nav rojê de wenda bûn bêyî ku guh bidin bajêr

Meşên bişev ên li kolanan

Qirçiniya deriyên bijan

Bişkivîna gulên li goristanan

Qedexe kiriye, merivê ku

Dilê xwe ji bîr kiriye

Li lîstikeke zarokî

Lo lo qulingo, lo lo qulingo…

Îsal jî

Kenên zarokên me dizîn refên qulingan

Bêyî ku qêrîna zarokên pêxwas hildin hembêza xwe

Bifirin qulingên qencînenas

Bifire qulingê baskşikestî

Qet li dû xwe nenihêre

Lê sala bê

Dema ku tu li ser vî welatî re derbas dibî

Li serê Sîpanê Xelatê binêhêre

Ku lê Evdalê Zeynikê distirê: lo lo qulingo, lo lo

qulingo…

Lo lo qulingo, lo lo qulingo!…

Memê Mala Hine

ji bo helbestan (bnr: asoya helbesta kurdî)



03.09.2014 12:16 | xendekî