1. helbestvaneke jin a nûpinû ye. pirtûka wê ya bi navê medûsa ji weşanxaneya avestayê derket. pirtûka wê 62 rûpel e, ji 23 helbestan pêk tê. sala 1981 ê li qosera mêrdînê hatiye dinyayê.
3 beşên pirtûkê hene:
1 med
2 û
3 sa.
vaye du helbestên wê:
"Qamişlokê
de
de de
de
L
A
Ş
Ê
N
xwe ji bin baskên qertelê xelas bikin
di bêlimêjîya bajarekî de
Jinek xwîn dibe
amûdê
efrînê
hesekê
û qamişlokê
Qolincên navê
dizeliqe bi neqşeyê ve
destên qoser û nisêbînê
nîvço di navbera têl û mayînan de
welat evîn
welat evîn
welat evîn
di nivîsa zarokekî de
naveroka zarokekî
bi qasî honanandina xeyalên wî ye
berî kakilên xwe biafirîne
di şîrê dayikê de
sor û reş zevt dike pêlikên jiyana wî
dibêjin çawa demsala biharê
xwe ji me dûr dixe
nizanim di jiyana zarokî de
pênûs çiqasdî xwe dide xwendin"
07.06.2005, Mersîn
dîlber hêma
"goşî û noşî
helbestkareke zêstanî ye
wê binixumînin
bi demsehêrekan têr bikin
çilrêzikên wê
pite û pito
dê şîrê wê yî sayî bimêjin
mewîj in serê memikên wê
di devên cêwîyan de
rêz dibin xilsikên tirî û xilsikên evînê
di meha rêzberê de
goşîyeke tirî
di devê dionisus de
diherike ji devê wî
şeraba xwînî
li ser mahsereya helbestê
li amedekariya karesatekê
dieqide dîrok
di qirika felekê de dimîne
dengek tê:
"hûn jî ji dêliyan qûleyekê çêkin mîna babîlê;
lê hay ji xwe hebin, bayê bakur tê!"
dayikek berê xwe dide qibleyê
sonda hebûnê dixwe
li ser xwîna zarokên xwe:
"hebûn erdnîgariya min e!"
Pito û pitê
mem û zîn
hûn çi zû mezin (ne)bûn?
evîna we hûn kal kirin
hûn çi zû mirin?
deriyê mahsereyan hatin girtin ji hundir ve
ên li hundir ji hebûnan
ên li derve man
bêpar man ji tunebûnan
nalenala miriyên helbestê
berê xwe dan zivistanên reş
û pîroz kirin helbestkara zêstanî
Kanûn 2007, Mersîn
ji te re
bedewiya xwe yî nîvçomayî
di lêvên te de temam dikim
bi çavên te re diafirim
sorgermiya bedena te
dixwazim bi tîna xwe re bikurisînim"
Adar 2000, Qoser
dîlber hêma
|