Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirî mirî] de;

1. Navê vê helbesta arjen arî ye:



Mirî mirî / Arjen Arî



Min hij te kir

Pirr pirr pirr

Dibû pirpira çivîkan li ber qefesê

Û te, li ber firê çavên xwe kil dikir.



Reş bûn ji xwe

Zivr zivr, kevanî

Reştir dibûn bi kilê siphanî

Her çiya bi evînekê bi nav dibû

Û te di çavên xwe de azadî xwedî dikir.



Min hij te kir

Li dû her koçberiyê pirrtir

Û gelektir ji xwe, ji gelekî gelektir

Her ku mirina kevokan dihat tu jî dimir

Baz xayîn diketin Sarya min

Min hij mirina te kir!



Arjen Arî



Piçekî reklam ji jo helbestên Kurdî:

Facebook: asoya helbesta kurdî



30.11.2014 01:44 | xendekî