Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qulululû] de;

1. Navê romana sirac benager a nû ye. Sirac Baneger ji bajarê sinerojhilatê kurdistanê ye. Romana xwe bi zaravayê soranî bi devoka erdelanî nivîsiye. Ev romana yekem e ku bi devoka erdelanî hatiye nivîsîn.

Nûçeya romanê ji rûdawê



Hewlêr (Rûdaw) - Sirac Benager ku yek ji nivîskar û helbestvanên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, romana (Qulululû) bi zaravayê Erdelanî çap kir. 



Romana Sirac Benager yekemîn romana kurdî ye ku bi zaravayê Erdelanî derdikeve. Roman ji 336 rûpelan pêk tê û li bajarê Sine hatiye çapkirin. 



Zaravayê Erdelanî yan Sineyî yek ji şaxên zaravayê Soranî yê zimanê kurdî ye. Hevwelatiyên bajarê Sine û derdora wê bi vî zaraveyî diaxivin. 



Sirac Benager ji bajarê Sine ye û ta niha çend pirtûk çap û belav kiriye. Sirac ji beriya 15 salan û ta roja îro xulên fêrkirina çîroknivîsiyê vedike.    



25.12.2014 13:44 | xendekî