1. navê helbesteke M.E. Botî ye.
Çiyayê Cûdî
Serê çiyayê Cûdî tu raweste û binêr.
Axa welatê kurdan hemû zîv û tev zêr.
Ji wê dê tu dibînî Şernex, Zaxo û Cizîr
Sed heyf û sed mixabin hemî bê hakim û mîr
Gulî, Sindî, Silopî weko eynê diyar e
Bêspin, Bêþêr û Hevler hatin bi yadîgar e
Berde, Dêrgul, Herekol, heta bicit Piştkever
Tor û Singar û Bêxêr kêla Memê Beranber
Hemî qesta te dikin ey Cudiyê miradan
Tu qiblegah î îro ji bo vî qewmê kurdan
Çendî xweş î, bilind î tu ey çiyayê Cudî
Te cend nav û nîþan hişt ji bo vî qevmê kurdî
Bejna te bejna Zînê, mêranî wek Memê Al
Dinalim ser te îro, ji qehran bûme evdal
Taca serê te zêrîn, tu serbilinê Eyran
Wextek hebî te zû da hemî ji bo te heyran
Heke nîzîk heke dûr, weko Mekeh Medînê
Ev ji cihek meqedes werin da em herinê
Ko roj hate rasta te, heval heyv û stêr in
Li vê rewş û xemla te hemî pêkve dinêrin
Selam û erzi hirmet ji bo Cudî Nûh-Nebî
Tu misteheq î fexr î bibêjî ma kî hebî
Botî bo te dibêjit hero sed car ezbenî
Taqê eywanan Kesra li pêş te her dikenî
M.E. Botî,
*antolojiya edebîyata kurdî
|