Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hilbe agirî] de;

2. Sirûda serhildana Agirî ye. Çawa ku ala wê jî hebû. gotinên wê:



AGİRî

Agirî, agirî tu agir bûyî

Li nav te serbilind bûyî

Li ser Kurdistan çira buyî...!



Agir dirêjand çar çaran

Ronahî direşand her deran

Erd dihejand car caran

Hilbe agirî , hilbe agirî...!



Newalên te tijî xwîn bûn

xelxelên te tijî cendek bûn

Raste berê tu agir buyî

Îro agir law ên te bûn ...!



Şerq û xerb bask vergirtîye

ser sîngê xwe lav girtîye

Kurdan ra tu kabe bûyî

hilbe agirî, hilbe agirî ...!



Îro dîsa hêrsa te hat

Ev agiran bûne xalat

Kombûn êdî ser te civat

Hilbe agirî, hilbe agirî ...!



Hilbe agirî hilbe agirî

Jî sewa te tirk digirî

Te dît çawa romî revî

Hilbe agirî, hilbe agirî.



13.01.2015 03:21 | xendekî