Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [harûna] de;

1. Navê êl û eşîra me ye. Eşîra harûna eşîrek dêmanî (ango ne koçer, yên sekinî) ye û her wiha ne çiyayî ne, deştî ne. Ji gundên wek xendek, bafê, alcanya û derdorên van gundan pêk tê. Êleke herêma botan e, di navbera cizîr û hezexê de ye. Eslê xwe de eşîrek gelek mezin e. Lê bi demê re dev ji eşîrtiyê berdane û ew eşîrtiya berê di nav me de nemaye. Ji ber wê di gel ku hejmara harûna ji ya teyan û kiçan bêhtir e jî îro herkes dibêje qey harûna eşîrek piçûk e. Ji bo delîla vê jî hûn dikarin li pirtûka mihemed emîn zekî beg - dîroka kurd û kurdistanê binêrin.

Jêrenîşe: Û wek endazer bi navê xwe yê nû di mijara bajariyên cizîrê de gotiyî ne gundek e. *



13.01.2015 22:24 | xendekî