1. Navê fîlmekî kartonî yê kevin e. Li ser xêzeke bêdawî ew qaraqter her rêve diçe û tişt tên serê wî. Bi vî awayî ji 90 beşan pêk tê, her beş di navbera 4-5 xulekan de ye. Di gel ku heta 225'an jî hatibe nimarekirin lê a rast ji 90 beşan pêk tê.
Ji aliyê osvaldo cavandolî'yê Îtalî ve hatiye xêzkirin. Muzîka wê jî ji aliyê franco godî ve hatiye amadekirin.
Ji ber ku kurt û balkêş û komîk e li gelek welatan belav bûye, li gelem welatan hatiye darîkirin(temaşekirin). Li wan welatan bi navên cuda hatiye bilêvkirin:
Resen/Orjînal: La Linea
"Linus på linjen" (Lînûsê liser xêzikê) - Siwêd
"Badum badum" - Slovênya
"Badum badum" û carna jî "Złośniczek" Polenda
"Menő Manó" - Macerîstan
"Mar Kav" / "מר קו" (Bay Çizgi) - Israîl
"Bajram" - Elbanya
"Streken" - Norwêj
"Stregen" Denîmarka
"Línan" - Îzlanda
"Baljum Baljum" - Makedonya
"Барум Барум" / "Barum Barum" an jî "Абаракандиши Ди Фјури" / "Abarakandiši Di Fjuri" - Sirbistan
"Lineman" - dewletên yekbûyî yên emerîka
"La Linéa" - Frensa
"A Linha" - Brezîlya
"Lijntje" - Holanda
Tişteke gelek xweş e, mirov ji kena ziko pişto dike. Herkes divê darî bike yanî ji hemû fîlmên karton ên nihe xweştir e.
|