1. Parastina li hember êrîşeke li dijî xwe an jî li dijî kesek din tê kirin, parastina mafdar, parastina meşru. Ev parastin dikare ji bo sekinandina êrîşê an jî ji bo kêmkirina bandora êrîşê be. Heke kesek li hember we çeka xwe derxe û bera we bide hûn jî ji bo xwe biparêzin beriya ew we birîndar bike an jî we bikuje hûn dikarin wî birîndar bikin. Bi vî awayî kesê/a xwe biparêze ne sûcdar e. Lê helbet şert û mercên vê jî hene. Divê di navbeyna êrîş û parastin hevgirtî be ango heke yek bi kulm û pehînan êrîşê we bike û hûn jî rabin çeka xwe derxin û wî bikujin ev nabe parastineke rewa. |
|
04.02.2015 00:53 |
xendekî
|