Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [clash of clans] de;

9. lîstika stratejiyan e. niha klaneke me heye. 4 tirşikvan jî tê de ne. tirşikvanên din jî Kerem bikin werin, navê klanê qetran e.



14.12.2023 17:25 | xendekî

5. lîstikeka ecêb e, dema xelk dilehîstin min digot yaw ma ev çi lîstik tu tiştekî nakî, tenê tu leşkera berdidî û ew şer dikin; lê niha ez jî ketim bext û tora vê lîstikê. ez û mergehezo nançû me malik li lîstikê xira kir, stratejîyên em li ser wê dikin tu kes nikare; yên ku ev deh sal e dilîze jî wek me nikare li ser şerekî stratejîyê bike.

em hêdî hêdî ji bo karakterên lîstikê navan çêdikin:
-sêhrbaz
-dêw
-keybanû
-mîr
-tîravêj
-hewapiff
-hewaparêz
-keleha klanê
-şerê klanê (şk)
-...

klan
klaneka me he ye; navê wê qetran e, ji tirşikê ez, mergehez û ehmed di vê klanê de, tirşikvanek din jî hat, lê paşî veqetîya (ez navê wî nebêjim)

ceso *

klana me bi kurdî ye, hevalekê sîneyî jî tevlî me dibe, û yên din jî ji bakur in. kesên bixwazin tevlî me bibin, werin klana kurdî *



05.12.2016 22:56 | xendekî