Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên şêrko bêkes] de;

20. (bnr: şewbaş)



Şewbaş

Min nawim kirasî jinaneye

Ewey nîştîman pêy şerme bîkate berî xoy

Min im!

Em mêjûy nêre

Em nîştîmanî simêlle

Tenha carê minî nekird ber hetawê!

Ber coge awê!

Ber şûşe gulawê!

Ewaney minyan le ber kird gisik bûn û

Mencel bûn û

Tenekey xol

Ewaney minyan kirde ber

Bejnî dirêjî xerîbî û

Bejnî tenyayî û

Azar bûn

Ewaney minî pêbexşîn

Her bêdengî û

Qifil û têla û

Şirîqekanî qamçî û

Cil û bergî derdar bûn

Min nawim kirasî jinaneye

Ewey agay le min nebê û

Gwêy le hawarî min nebê

Gwêçkey kepî nîştîman e

Min mêyînem!

Min sertapa hemû cestem

Le gunah û pirsyarî rûtî heram pêk hatuwe!

Le yekem rojî bûnmewe

Berdî recim le qumatmewe pêçrawe!

Nîştîmanim tifim lê ekat!



Şêrko Bêkes



20.05.2015 01:25 | xendekî

18. (bnr: sikala)



Le diway xinkanî Helebce

Sikalayekî dirêjim nûsî bo xwa

Ber le xelkî

Bo dirextêkim xwênewe

Dirext girya

Le penawe,

Balindeyekî posteçî

Witî:" Başe kê bot eba?

Ger be temay minî bîbem,

Min nageme erşî xuda."

Bo şew direng

Firîştey reşpoşî şê'irim

Witî: "To hîç xemit nebê;

Min bot ebem heta serê,

Ta keşkelan

Belam belênit nayemê xoy namekem lê wergirê;

Xo deyzanî, xuday gewre kê eybînê?"

Witim: " Supas, to helfire"

Firîştey Îlham,

Helfirî û

Le gel xoya sikalay bird.

Rojî diwayî ke hatewe,

Sikirtêrî pile çiwarî nûsîngey xwa

"Ubêd" nawî

Her le ser heman sikala û le damêna

Be erebî boy nûsîbûm: "Gewc e!

Bîke be erebî,

Kes lêre kurdî nazanê û

Naybeyn bo xwa!



Şêrko Bêkes



18.03.2015 17:30 | xendekî

17. (bnr: zîndû, mirdû)



Dû hezar û penc sed sal e

Mêjû elê le dayk bûyn

Dû hezar û penc sed sal e

Zirp û zîndûyn

Belam hêşta, bawêşk edeyn,

Hêşta nûstûyn

Hêşta tewaw têr xew nebûyn

Hêşta enûyn.

Dû hezar û penc sed sal e

Bêşkey xelk ra ejenîn

Çunke şilqey zile xoş e

Be hî xoşman pê ekenîn

Dû hezar û penc sed sal e

Le xelk burduyn!

Le xoman hergîz neburduyn.



Dû hezar û penc sed sal e

Wek êsta wayn

Yek negirtûyn!

Lew katewe çek helgirtûyn

Belam hêşta ser nekewtûyn

Keçî elêyn: her serkewtûyn

Elêyn: ême her nemirdûyn!

Her lêrewe ta wilatî berînî "Çîn"

Be nokerî

Gerayn, royştîn

Be awatî serkewtinî bêgane gelê geyştîn

Le xwênî xoman bo riştin

Le roley xoman bo kuştin

Ta tiwanîman

Qisey zorî merayîman,

Bo helbestin

Semaman kird, boman ristin

Wityan: adey dinya bigrin,

Ewe pare!

Witman: baş e!

Wityan: bimrin, ewe pare

Witman: baş e!

Wityan: malî yektir bibrin

Le naw yeka, yek serbirrin

Wirgî yektirî heldirrin

Ewe pare

Witman: baş e!



Dû hezar û penc sed sal e

Pêman elên

Berd bin, dar bin

Elqe le gwê û xizmetkar bin

Merr bin, mar bin

Adey înca şêt bin, har bin

Elêyn baş e!

Bitî dar û berdman perist

Tacî hezar şay bêganey

Xwêne xoman,

dana û perist

Çend pêlawî dujminanî

Taze û konman,

cut kird, perist

Emman perist, ewman perist

Dû hezar û penc sed sal e

Tenha her xoman neperist.



Dû hezar û penc sed sal e

Dêyn û deroyn

Wek şêt exoyn

Serman qalle

Çene edeyn, hel eperîn!

Serçopî nokerî egrîn!

Keçî destî kirdeweman

her betal e.

Giftman lalle.

Ewey giyanî riswa nekird

Roy û zû mird

Ewey kirnûşî namerdî

nebird, zû mird.



Dû hezar û penc sed sal e

Ewey piyaw bû le nawman bird

Bo şardinewey nengî xoman

Delaqey gewre û diroman

Bo ewey xoman tefre deyn

Wek lewew ber hîçman nekird

Her hîç nekeyn

Hatîn gerayn

Kewtîne dûy gizî û fizî

Le qujbinî mêjûy kon da

Xwêndewarman kewtine dizî

Dizî kirdin le şanazî kesanî tir

Maye û mûrî gelanî tir

Hemû dinyayan kird be Kurd

Pêxemberanyan kird be Kurd

Heta Adem û Hewaşyan

her kird be Kurd

Neyan pirsî:

Ey boçî Kurd

Dû hezar û penc sed sal e

Bo xoy hîçî be hîç nekird?!!



Şêrko Bêkes



18.03.2015 17:28 | xendekî

16. (bnr: seatî diwanzey nîwe şew)



Seatî diwanzey nîwe şew

Tewaw û rêk

Wek Kurd û xem

Dû mîlî cût

Seatî diwanzey nîwe şew

Wek xeyalim

Ser mêzêkî pak û rûnak

Bîst cigere û

Tenha yek kilîlî wişe

Diway seat yek

Dû mîlî le yek dabiraw

Wekû min û çawî wilat

Diway seat dû

Wekû aware û der be der

Kaxez, qelem, şitûmekî

Ser mêzêkî pirş û bilaw,

Diway seat sê

Teplekî filter û sûtûy qelaçin û

Jûrê dûkel

Lew layşewe

Şaîrêkî xew lê kewtû

Belam şî'irêkî be xeber



Şêrko Bêkes



09.03.2015 02:23 | xendekî

15. (bnr: ji bo şîrîn elemhulî)



Ji serê sibehê ve

Kolana herî mezin a Sineyê

Bû Ferzad Kemanger

Ji serê vê sibehê ve

Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû Şîrîn Elemhulî



Di zeraqa serê vê sibehê de

Hemû ew zarokên ji dayik bûne

Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin!

Ji îro û pêve

Di yekemîn ronahiya serê sibehê de

Mehdî îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de:

Elî Heyderiyan

Bû bi Taq Bostana Kirmaşan:

De fermo Sineyê lisêdarê bidin!

Serê Mehabadê bibirin...

De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!

De fermo

Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe û

Nehêlin zevî bijîn!



Ez ji îro û pêde, evîndarê çavê Şîrîn Elemhulî me

Ji îro û pêde çi helbestên min hene, ez ê wan bikim

Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhulî

Ji niha û pêde ez tayek ji porê wê me

Ji niha û pêde

Ez neynûka tiliya wê me

Ji niha û pêde ez dibim ew cote pêlavên

Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û

Ji niha û pêde, ez ew bazinê bi cîmayî yê destê

Şîrîna Elemhulî me

Komara Îslamî ya sêdaran

Çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û

Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan,

Av û gul û kaniyan

Ya ku

Koma Îslamî ya sêdaran

Nikare bi tu awayî li sêdarê bide

Ayinde û azadî ye...



Şêrko Bêkes



09.03.2015 02:20 | xendekî

14. (bnr: çiwar minalî)



Çiwar minalî

Turk û

Fars û

Ereb û

Kurd

Wêney mirovêkyan kêşa

Yekem serî

Duwem leşî

Sêhem qaç û destekanî

Çiwarem çekî kirde şanî!





Kurmanciya wê

(bnr: çar zarok)



Li îranê

Çar zarokên

Fars

Tirk

Ereb û

Kurd

Wêneyê mêrikekî çêkirin

Yekem, serê wî

Duwem, laşê wî

Seyêm, dest û piyê wî

Çarem çek danî ser milê wî!



Şêrko Bêkes



09.03.2015 02:02 ~02:02 | xendekî

13. (bnr: şîret)



gelek tişt hene

zengar digrin û

paşê jî dimrin

weke tac û

kopal û

textê bin lingê padîşahan

gelek tiştên din jî

di dinyayê de hene

narizin

jibîr nabin û

tu caran namirin

weke şewqe û gopal û

sola

charlie chaplinî



Şêrko Bêkes



09.03.2015 01:56 | xendekî

12. (bnr: rêga)



Rojêk zemîn burkanî bû

Burkanîş Kurdistanî bû

Kurdistanîş kurî wekû Araratî

lê kewtewe

Araratîş kurdî lê bû

Kurdîş duwaney çewsanewe û têkoşanî

be yek sik bû

Lew duwaneyeş rêgay wekû Yelmaz Guney

le dayk bû



Şêrko Bêkes



09.03.2015 01:51 | xendekî

11. (bnr: canî canan)



Lewê memre... canî canan

Lewê memre!

Ne bay ewê to enasê û

ne melêkî û

Ne awî ewêş ezanê

To le kam befrî şaxanî!

Lewê memre

Canî canan

Kê nayzanê

Gillî ewê eşqbirr e û meylbirr e û

Her bîrçûnewey tiya errwê

Kê nayzanê!

To tenyayît

Be şêwe bê ya be reg û

Yan be gela û yan be lasik

Her le dirextî şewanê êre eçê...

To tenyayît le payiz e hejarekey Silêmanî

Û to tenyayit her le tenyayî xway êre û

Le kotir e şînekey kesîrey

Ber pirruşey êwaran û

Le erxewanî bê xewî

Seywan eçê!

Lewê memre û

Ne xerîbî xerîbtir û

Ne tenyayî tenyatir û

Ne bêkesîm bêkestir ke,

Lewê memre

Canî canan

Lewê memre..



Şêrko Bêkes



09.03.2015 01:48 | xendekî

10. (bnr: xoşim ewêy)



Le kotayî nameketa

Le namekey em careta

Giyan e, elêy:

"Min be qed çend xoşim ewêy?"

Azîzekem wek çon behar

Asmanî şînî xoş ewê

Yan pepûley herde û nizar

Hengî dildar

Gulî baxî jînî xoş ewê

Şîley şîrînî xoş ewê, xoşim ewêy

Yan çon befirî çiyay kwêstan

Kanî rûnî naw daristan

Tirîfey mangyan xoş ewê

Gizingî xoryan xoş ewê

Xoşim ewêy!



Şêrko Bêkes



09.03.2015 01:47 | xendekî

9. (bnr: xak)



Xakî ême

Le hîç xakêkî tir naçê

Xoy yek dil e û

Hemû rojê

Be çiwar xaça da ekutrê

Daykî ême

Le hîç daykêkî tir naçê

Le yek sata

Sikî ew çiwar car esûtê

Yek kesman çiwar car ekujrê

Boye rojê

Le ahengî em xwêne da

Çiwar cejn ekeyn be cejnê



Şêrko Bêkes



09.03.2015 01:33 | xendekî

8. (bnr: ey dilêran)



08.03.2015 22:21 | xendekî

6. (bnr: şehîd)



Şehîd: Nemir e wek çiya

weke berf û weke dar

wek gulebax û wek bihar

şehîd av e

tîna zeviyê dişkêne

tilî û dest e

êşa axê dihejîne...



Şêrko Bêkes



08.03.2015 21:41 | xendekî

5. (bnr: piste pistek)



êvar bû

hemoyê biçûk î boyaxçî

li quncikê meydana mezin

li nav dilê bajarê şamê

serê westiyayî tewandibû

wek firça nav destê xwe

laşê xweyê zirav bilez bilez

dihejand.

hemoyî biçûk î eware

di ber xwe de



bi piste pist ev digot:



tu mamoste piyê xwe deyne!

tu bazirgan piyê xwe deyne!

zabit… casûs… leşker… celad mirovê baş…û mirovê pîç…

hûn hemû!

yek li pey yekî piyê xwe deynin

kes nema

tenê xudê ma

ez bawer im li wê dinyayê jî

xudê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe

wê gazî kurdekî bike

kî dibê

“ew kurd ne ez im”

ax dayê!

tu dibê pêlavên xudê çi qas mezin bin



çend numre ne lingên wî?



lê ji bo pere!

dayê tu dibê wê xudê çiqasî bide



şêrko bêkes



04.03.2015 17:00 | xendekî

4. (bnr: evînî)



Min guhê xwe da dilê axê

Ji min re qala evîna xwe û baranê kir

Min guhê xwe da dilê avê

Ji min re qala evîna xwe û kaniyê kir

Min guhê xwe da dilê darê

Ji min re qala evîna xwe û pelan kir

Dû re min guhê xwe da dilê evînê

Ji min re qala azadiyê kir



Şêrko Bêkes



28.02.2015 17:25 | xendekî

3. Di bin baranê de

Helbest dibe çetr

Di bin germa rojê de

Helbest dibe sîber

Di sermayê de

Helbest dibe agir û li şewa terî de dibe çirayê riya te

Çi dema çetr, sîber, agir û çirayê min cem te nebûn

Wê yekê bizane

Êdî helbest çûye ava û ez jî mirime



Şêrko Bêkes



28.02.2015 16:47 | xendekî

2. Eger karibî

Guliyên vî baxî

Yek bi yek bijmêrî

Eger karibî

Hemû masiyên gir û hûr

Yên nav çemê pêşberî xwe bijmêrî

Eger karibî

Dema koçberiya teyran

Yên ber bi jêr û ber bi jor ve

Yên ber bi jor û ber bi jêr ve

Yek bi yek bijmêrî

Wê demê ez jî soz didim

Heçî qurbanên

Vê axa şîrîn ya Kurdistan

Yek bi yek bo te dijmêrim.



Şêrko Bêkes



28.02.2015 16:14 | xendekî

1. (bnr: şêrko bêkes)



(bnr: payîz)



Îro payîzê bar kir û

çû ji vir

ku ez ketim warê wê yê vala

Axînek jê mabû

Min axîn anî mal

Axîn wek kubêjî

Payîz taybetî

ji bo min dirûtibe

Tam li gor şîîrek min be



Şêrko Bêkes



28.02.2015 16:14 ~2015.03.09 01:49 | xendekî