Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên feqiyê teyran] de;

10. (bnr: ey av û av)

(bnr: ay dilê min ay dilo)



04.08.2015 00:19 | xendekî

9. (bnr: hey dîlberê)



ey dîlbera gerden zerî,

way nazika dêm qemerî,

qamet ji mûma fenerî,

wêran ezim, malim xirab.



ey dîlbera gerden letîf,

way nazika qamet elîf,

qamet ji reyhana xefîf,

wêran ezim, malim xirab.



ey dîlbera gerden zuzac,

way nazika mislî zuzac,

qamet ji reyhana qirac,

wêran ezim, malim xirab.



ey dîlbera qamet misal,

way nazika dilî hejar,

te ji xandinê kirim betal,

wêran ezim, malim xirab.



ey dîlberê, way dîlberê,

firyad ji destê keserê,

avik ji ava kewserê,

wêran ezim, malim xirab.



ey dîlbera gerden zirav,

dêm şûşeye, tijî gulav,

ey duxtera bejna zirav,

wêran ezim, malim xirab.



çavan ku hiltînî bi meste,

ew çend ya misrî bi deste,

li kuştina min te bi qeste,

wêran ezim, malim xirab.



tu bi qesta min dikujî,

tu bi k'ifra di nosojî,

gelek sotim kirim rijî,

wêran ezim, malim xirab.



gelek sotim, kirim kşibab,

kirye bi min, sed reng xirab,

ya leytenî kunrû turab,

wêran ezim, malim xirab.



ya leytenî kunrû ve xar,

wey nazika min te ji dûr,

bêhiş kirim zilfê di hûr,

wêran ezim, malim xirab.



bêhiş kirim zulfê du reş,

biskê siyah, bîhnê di xweş,

ey duxterê, çapik bi meş,

wêran ezim, malim xirab.



bêk'êf kirim zilfê du reş,

biskê siyah, zilfêd qemer,

eşq û muhbeta min li ser,

wêran ezim, malim xirab.



sotim, biraştim bê hesab,

lê pirsî bo kirme k'ebab,

kirye bi min sed reng ezab,

wêran ezim, malim xirab.



sibhan ji şahê bi tenê,

xalik li xala gerdenê,

ez dîn kirim berdam dinê,

wêran ezim, malim xirab.



eşqa mezac peyda bûye,

îro li min dijwar bûye,

hîvî dikim heqîqiye,

wêran ezim, malim xirab.



feqiyê teyran



04.03.2015 10:54 ~2015.08.03 17:17 | xendekî

8. (bnr: feqiyê teyran û roj)



Roj hilat û ava bû

E’rş û ezman cîkî rawestabû

Dunya bi tebiyetê şên û ava bû



Hey roja sor bi rengê xwe va

Bê te hêşîn nabî gul û gîha

Te nîn be rêwî qet rê nabet

Tu rojeke amin û taqet

Bê te najîn însan û muxulqet

Bi te dibin hergav firêqet



Tu bilind î, hergav perwazê

Erd ji te hergav dizê

Tu mîna pêlêt agir li ezman

Germê didî deşt û zozan

Tu germ dikî ser û bin e

Teva û rewur bi te dibin xine



Feqiyê Teyran



04.03.2015 10:20 | xendekî

7. (bnr: feqiyê teyran û quling)



Hey Qulingo, xwe newestîne

Per û baskan her hilîne

Here, ji tebiyetê ji min ra giliyan bîne

Îro li ser riyan ez rêwî me

Tu li hewa xweş cibar be

Ser gaz û gêdûkan bilind xwar be

Hema ji derdê dilê min hişyar be



Hey malxirab, tu guhdarî ke

Per û baskan li ser min sî ke

Min jî di gel xwe rêwî ke

Çend giliyan li min safî ke



Malxirab bike li min qîrîn

Dil û cegera min tev biwarîn

Ez im îro bê sewda serîn



Gelek refêd mîna te li min dabihirîn

Hey Qulingo, tu difirî li dunyayê

Here cihabê bide E’ynelayê

Bêje, Feqiyê Teyran niha nayê



Feqiyê Teyran



04.03.2015 10:20 | xendekî

6. (bnr: allah, çi zatek ehsan e)



Allah çi zatek ehsen e

Zêde letîf û qadirî

Mexluq hemî neqşê te ne

Vêk ra li hemyan fekirî

Hemd û sena layiq te ne

Yê ‘erşê ‘ezîm çêkirî



‘Erşê ‘ezîm ê ekber e

Zînet û raza merkezî

Ew kursîyan heq li ser e

Bê şems û gerdun dibezî

Heq Wahid e Witr e fer e

Bê newm e baẍvan ê rez î



Baẍ ê ku baẍvan bête ber

‘Erdek heye ew lê nebî

Dara ku ‘enqa bête ser

Belgek heye sîh lê nebî

Kîj nî’metê dê dît xeber

Ya Reb derê feyzê vebî



Ser çeşmeya feyzê çî ye?

Hate lîsan ê ‘arifan

Ew nurekî Rehmanî ye

Darête qelb ê xaîfan

Jê şem’eyek da Muksî ye

Lew bu nedîm ê taîfan



Bume nedîm bume herîm

Min ‘eşqeka dijwar heye

Kêfê dikim serfa ‘ezîm

Min hêj meya pêrar heye

Minet ji Rehman ê Rehîm

Min mîrekî Settar heye



Ew mîr Kerîm e Sâtir e

Xweş Hakim e di barê xwe da

Xelqno! Ne dur e hazir e

Ew Wahid e û bê îbtîda

Her çî bikit ew Qadir e

Ew xaliq ê bê bâb û da



Wahid yek e ne ji kes e

Ferxende ye nej erxekî

Ew yek ji ‘amê re bes e

Muhtac nehin bâl ferxekî

Ustad ê aş ê ethles e

Neh çerx di nava çerxekî



Bê te çime? Ez ne ez im

Ruh û rewana min tu yî

Ez hişkedâr im ne rez im

Xeml û ruhana min tu yî

Bêy te neşêm gavek bez im

Çûn û sekana min tu yî





Bê te mirar im meyyît im

Qelbê ji ser mirate ye

Ez kuştîyê natebîb im

Behra quluban te heye

Xelqno! Bi Qur’ana ‘ezîm

Her çi dibêjim her we ye.



Ma ez dibêm vê gotinê

Bê te zeban bê gotin e

Ew qal û qîl e di dinê

Zahir û bahtin sâkin e

Bun mîqata mirin ê

Ew-j bâl te ne ne-j bal min e



Mi hewl nehin quwet nehin

Mi sewt û ezman bi te ye

Mi zehr û ezman qet nehin

Dest ji te ye çeng ji te ye

Mi fikr û hem himet nehin

Ruh bi te ye rah bi te ye



Hub rêtî canê beşer e

Sewda ji mejyê wî firî

Goyinî nêv dâr û ber e

Bêsuc e qet nakit girî

‘işq û enîna qemer e

Netq û lîsanê jê birî



Deng ji defa canê me tê

Kirdin nefir û nayekî

Sanî’ bi herfê pif ket ê

Her zehrekî-b awazekî

Subhan ji şah ê Qudret ê

Her canekî û ebdanekî



Hemd û senâ heqq e li me

Bê hedd û bê qiyas bikin

Zikr û ‘îbadet lazim e

Cuhda therîqa rast bikin

Roja qiyamet qaim e

Ta’etek pir esas bikin



Ta’et bike rêdur î tu

Her çî di mektuba me de

B’kağez û kîs û morî tu

Ya min bi da fî min bi da

Canê di kûba sorî tu

Rohnîya sem’ û beser da



Canê di navê nefsî ye

Vêkra hemî bu beşerî

Maka wicudan fanî ye

Ew dê bizanî vî derî

Eslê ruha me baqî ye

Lew jê nedakin xawerî



Dê bçîne nîva axekê

Perda turab ê tharî ye

Feqî dê rakit rahekê

Bi mehdera wî Bârî ye

Bo çak û parisa-b carekê

Li cennet bikin serdarîyê



Avek mehîn im kemter im

Min cerg û dil bune birîn

Sewda û dîn û ebter im

Pabendê vê nefsa le’în

Muksî yê jar û bedtir im

Ferhemnî xeyre Rahîmîn



Feqiyê Teyran



04.03.2015 10:03 | xendekî

5. (bnr: axîna te nalîna min)



Axîna te nalîna min

Erd û asîman pir şîn e

Gulê ez canê te karvan

Mame wek kalek hilhile



Ez digerim li vê dinê

Sebra dilê xwe nabînim

Ka delala min bidin min

Min bi tiştan nexapînin

Geh dikevim geh radibim

Ez pêşiya xwe nabînim



Dil birîn e dil axîn e

Bidin roniya çavên min

Bidin roniya çavên min



Gelo çima hûn serdest in

Em bindest in li vê dinê



Ez digerim li vê dinê

Sebra dilê xwe nabînim

Ka delala min bidin min

Min bi tiştan nexapînin

Geh dikevim geh radibim

Ez pêşiya xwe nabînim



Dil birîn e dil axîn e

Bidin roniya çavên min

Bidin roniya çavên min



Feqiyê Teyran



04.03.2015 08:59 | xendekî

4. (bnr: bizan ku min yar tu yî)



Bizan ku min yar tu yî

Dil jê birîndar tu yî

Ez kuştim yekcar tu yî

Kubkub li min çar tu yî

Bi destî hem yar tu yî

Pir li min kubar tu yî



Ê xezeb sendî ez im

Di qeyda benda ez im



Xweş-qeda eîla tu yî

Cama peyala tu yî

Xweş-bejin bala tu yî

Delal di mala tu yî

Berbextê tala tu yî

Nîmetê ala tu yî

Ê b’şewqa xala tu yî



Daîm dinalî ez im

Zar zar dikalî ez im

Harot di çalî ez im

Dûr ji wî halî ez im

Yar di xeyalî ez im



Milhema derdan tu yî

Li baxî werdan tu yî

Nûra li perdan tu yî



Li baxî bilbil ez im

Muqîmê dilkul ez im

Bi ahê xulxul ez im

Ê xem lê nazil ez im

Qalibê bêdil ez im

Sotiyê sêxil ez im



Horiya Rehman tu yî

Mohra Silêman tu yî

Denanê Îsa tu yî

Min dikî derman tu yî

Xweş dikî derman tu yî

Bi ah û kovan tu yî



Ê tu hebandî ez im

Işqê şewandî ez im

Lewma lumandî ez im



Dermanê jara tu yî

Heyva li çarda tu yî

Sêva li dara tu yî

Gula bihara tu yî

Tîjî nûbara tu yî

Xutba l’mihdara tu yî



Ê xêrq di xwînê ez im

Ê kuştî birînê ez im

Ê dûr ji şeynê ez im

Aşiq bi beynê ez im

Wekî di şînê ez im

Xerîb ji şînê ez im



Mehbûba pirnaz tu yî

Rinda xweşrimbaz tu yî

Qewî li dilxwaz tu yî

Ereba dilbaz tu yî

Gerden sî û gaz tu yî

Ya b’tewq û gulwaz tu yî



Ê malik wêran ez im

Hewceyê xêran ez im

Dînê di dêran ez im

Mehrûm ji sêran ez im

Kuştî bi kêran ez im



Ya qenc li dinya tu yî

Ya l’ber kehniya tu yî

Xetba enbiya tu yî

Nûra rohniya tu yî

Mehbûba dila tu yî

Nûra zemîna tu yî



Aşiqê nûrê ez im

Wekî di gorê ez im

Kela difûrê ez im

Dûr ji hizûrê ez im

Darê tenûrê ez im



Mihra firengî tu yî

Sultanê zengî tu yî

Ê şahî rengî tu yî

Ya b’keyf û dengî tu yî

Tîra xedengî tu yî

Kivanê cengî tu yî



Ê ku dikarî ez im

Qewî nikarî ez im

Temîmê Darî ez im

Dîwanfişarî ez im

Bi ah û zarî ez im

Ê tîr lê barî ez im



Min ah û meded tu yî

Yûsifê emred tu yî

Mehbûba bêhed tu yî

Durê Zeberced tu yî

Reyhana eswed tu yî

Min can û cesed tu yî



Nesaxê bêjan ez im

Taziyê ‘uryan ez im

Ê b’kul û derdan ez im

Mecrûh ji qehran ez im

Ê xurî şêran ez im

Feqiyê Teyran ez im



Feqiyê Teyran



04.03.2015 08:59 | xendekî

3. (bnr: bersîsê ‘abid)



Guh bid’ne pîrê deftera

Da ez bixwînim vê xetê

Mazin bibi Baxo me ra

Li cindiyê di xizmetê



Xizmeta sultan û mîran

Sin’eta dana û zîran

Hûm mekin bê şêx û pîran

Guh bidin vê Şîretê.



Ev Pende xass e şîret e

Şertê xulaman xizmet e

Baxo nebînin zehmet e

Heqê însaf û mirwetê.



Mirwet ji mîr û hakiman

Xizmet li qûl û xadiman

Bê şêx û pîr û ‘aliman.

Zayi’ mekin hûn ta’etê.



Herçî kesê aqîl hebî

Xizmet mekin bê mertebî

Da ta’eta Bersîs nebî

Hatin e ser hîkayetê



Hatim qisa Bersîs bibêm

Şeytaniya Îblîs bibêm

Li ‘abidê hebîs bibêm

Îzhar bikim vê şuhretê



Îzhar bikim behsê-di ‘am

Bersîs ricalek bû di Şam

Ta’et dikir daîm mudam

Zer bû ji xewf û heybetê



Zer bû ji we’zê serweran

Dûr bû ji behs û xeberan

Keftbû mexar û kûnberan

Çû bû meqamê Wehdetê



Çû bû meqamê ewliya

J’tirsa Xwûda keft’ bû çiya

D’çêrî dinêv pezkoviya

Nêzîkî halê hîkmetê



Keşf bû li wî cezbek ji hal

Ew ‘abidê mesken cibal

Ji tirsa Xwedê qed bûbû “dal”

Di lerzî j’taya xeşyetê.



Ji xeşyetê bû Ewliya

Ew ‘abidê mesken çiya

Xwarin çi bû? Av û giya

Dûr bû ji zadê şubhetê.



Dûr bû ji wî zad û te’am

Xizmet dikir daim mudam

Navê wî çûbû Şerq û Şam

Kamil ji qedr û qîmetê



Ew sal bi sal kamil di bû

Ta’et dikir fazil di bû

Meqbûlê ehlê dil di bû

Rohn kir çiraya rûmetê.



Rûmet çiraya hil kirî

Şêx ku sirrê wasil kirî

Tirsa Xwedê dil kul kirî

Qet şev û rojan xew ne tê.



Qet xew nebû j’tirsa Xuda

Ma kes ve bîr tê bab û da

Kî mêr e? Mêrê can fîda

Ê xwarî sebra xiretê.



Lê sebra tal e xiret e

Tiryak biladan mîhnet e

Axir dewa û şerbet e

Yê xwar dizanit lezetê



Bersîs qewî xiret hebû

Hem qedr û hem qîmet hebû

Nav ‘amiyan hurmet hebû

Ji xwendin û tilawetê.



Wî şev û ro Qu’an dixwend

Zikr û ‘ibadet kir’ bû çend

Meczûb û din û dar û bend

Ew çê di bûn ji berketê.



Feqiyê Teyran



04.03.2015 08:57 | xendekî

2. (bnr: mihacir)



Ez dengbêj im hatim vira

Heta hebin dengê mîra

Ez ê binivîsim ser kaxeta

Ne di çim dêra ne mizgefta



Çolê bimînim ez bêcil

Ez ê bikim hewar û gazî

Çiqas bimînim hêsîr û tazî

Dil ji halê wan di lerizî



Qederê bê rojek diyar

Ê bê gotinê navê min ê jar

Metha bidin car bi car

Lawê bêjin bi kitêb û zar



Ê derbas bin rojên xefûr

Ê bên rojên qenc ên kibir

Xwe ra bikin ra û tevdîr

Hêsîr nebin ber zilma mîr



Gulê rabin bihar bihar

Mêrgê şîn bin mîna her car

Avên kaniya bizên zelal

Ê tune be Feqiyê dilsar



Lê ez diçim xortên cahil

Hez bikin gerek e şer bikin timê

Hez bikin hûn jî jin zaro ahil

Pêşiya mîra pêşiya zilmê



Feqiyê Teyran



04.03.2015 08:56 | xendekî

1. (bnr: feqiyê teyran)



(bnr: Îlahî lew dikim zarî)



Îlahî lew dikim zarî

Di nav rojan şeva tarî

Zunûba min tu xemxwarî

Gunehê min bixufranî



“Mîm û Hê” pirr gunehkar e

Belê Navê Te Xeffar e

Ez im pirr muflis û jar e

Bi ‘eta û fedl û îhsan î



Ji neş’a badeya saqî

Dilê mecrûh û şeyda ye

Ji şewqa dîtina saqî

Zemîra min mucella ye



Were sofî misilman be

Bi saqî secdeyê bîne

Ku sûret mezherê zat e

Sifatê Heq Teâla ye



Seher hor rojê meyxanê

Xerab û serxoş û mest im

Mela uzra me meqbûl e

Ku dilber mahê sîma ye



Dilo erînî neke gazî

Cewaba “len tera” sazî

Meke fikrê ji Mûsa yî

Dilê min Tûrî Sîna ye.



Feqiyê Teyran



04.03.2015 08:55 | xendekî