Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên nebez goran] de;

4. (bnr: seyr ke)



Seyr ke...

Bes be kes melê,

Ba her beynî xom û xot bêt.

Hemuwan le asman da bo –mang– degerên,

Yanî, hemuwan be şwênî to da degerên!

Bes nazanin,

Hay le dilî min da.

Be kes melê,

Ba her beynî xom û xot bêt!.



Nebez Goran



09.03.2015 02:03 | xendekî

3. (bnr: rojekanim)



şemme

wek manduwêk le jiyan denûm, ta xewn

be towe bibînim.



yekşemme

dexwênimewe, dexwênimewe,

kitêb be kitêb degerêm,

ta wişeyekî taze

bo to bidozimewe.



dûşemme

wêlim, be kolanekanî şar da

wêlim, be kolanekanî xeyal da

ta le şwênêk to bibînimewe.



sêşemme

mest, le meyxaneyek da

xom le dunya

le bûn, win dekem

ta le to da xom bidozimewe.



çiwarşemme

tenyam, zor tenya

wêne ekêşim, bangit ekem

ta carêkî dî, dengit bibîstimewe.



pencşemme

denûsim, denûsim, her denûsim

ta nawî to, le dêrêk da debînimewe.



heynî

basî nakem

hemû rojekanî heftem,

wek gwêz bişkêne,

rojêk niye, toy tiya nebînimewe!



nebez goran



09.03.2015 01:31 | xendekî

2. hin wergerên wÎ yên ji bo kurdî (soranî)



(bnr: ew nameyey nûsîbût)



Ew nameyey nûsîbût

Hergîz nîgeranim nakat!

Witibût:

"Îtir xoşim nawêyt!"

Belam,

Boçî nameket hênde dirêj bû?

Ciwan nûsîbût, diwanze berg bû!

Her bo xoy kitêbêk bû!

Hîç kes

Bo xwahafîzî

Namey lem core puxt û dirêj nanûsêt.



Heinrich Heine

Wergêranî: Nebez Goran





(bnr: wişekanî to)



Lem direng wextî şew e payîziye da

Pirrim le wişekanî to!

Ew wişane

Wek zemen

Wek made qursin!

Wek dest sengînin!

Wek çaw, ciwanin

Wek estêrekan, dedirewşênewe.

Wişekanî to lay minin

Ewane dil û endêşe û cestey ton!

Wişekanî to, toyan bo min hêna

Ewan, daykin

Ewan, jinin

Ewan, hawrên

Ewan, nizîkin!

Sext û

Şad

Umêdewar û palewanin,

Wişekanî to, mirovayetîn!



Nizam Hîkmet

Wergêranî: Nebez Goran



09.03.2015 01:30 | xendekî

1. (bnr: nebez goran)



(bnr: min)



Min

Le cêy dîktatorekan bûmaye

Le ser sinûrî hemû nîştimanêk

Lebirî "mîn"ekan

Xoşewîstîm eçand

Ta her serbazêk lewêwe têperrî

Piyayda biteqêtewe û

Aşiq bibê..!

Min

Le cêy cutyarekan bûmaye

Lebirî genim

Towî muhîbbetim eçand

Ta her balindeyek bîxwat

Be ewînewe

Bida le şeqey bal!



Nebez Goran



09.03.2015 01:29 | xendekî