Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [germiya rizê] de;

1. Li devera rihayê û semsûrê ji bo birincê, wek xwarin, tê bikaranîn. Ango pîlawa birincê. Çawa tê çêkirin:

-Pêşiyê li gora xwe du berdeq birinc berdin lalîkekî û bişûn,

-Dûvre rûnê xwe berdim qoçxaneyê, bila sor bibe, heke hûn dixwazim şeîreyan berdinê pêşiyê şeîreyê xwe berdin nav rûnê xwe taze sor bikin.

-Gava ew şeîre sor bûn wî birincê xwe yê we şûştî berdim nav rûn, îcar tev bidin, tev bidin heta birincê we hinekî sor bibe.

-Dûvre heke hûn bixwazin ava goşt bînin berdin nav sê berdeq û nîv an jî çar berdeq av û avgoşta xwe nav wê avê bihelînin û ava xwe berdin nav birinca ku we sor dikir.

-Xwêya xwe berdinê.

-De îcar devikê wê danin ser û bila heta pazdeh deqekî bikele (heta ku ava wê biçike û xilas bibe).

-Piştî ava li ser xilas agirî bigrin; devekê qoçxaneyê rakin, kaxezekî an jî selpakekî danin ser û devikî danin ser. Bila wilê dem bigire ango bisekine. Heta deh deqekî.

-axir birinca we an jî riza we amade ye.



25.03.2015 20:57 | xendekî