Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rênas jiyan vs weşanxaneya nûbihar] de;

5. nîqaşa ku bersiva rênas jiyan wê sibî bê weşandin e. omer faruk baran gotiye:

Ji ber ku gelek kes -him ên pişt Nûbiharê digirin him jî yên pişt Rênas Jiyan- meraq dikin, zûzûka dibêjim: Rênas Jiyanî daxuyanîyek bo îddîayên Weşanxaneya Nûbiharê da/nivîsand. Ecele mekin, sakîn bin. Îşev têr rakevin, siba li nûçeyan binêrin. De îcar kî heq e kî neheq e, wê xwendevan bibînin û bêjin. Ê min bi xwe ez gelekî li ser fikirîm û min heq da tarafsiz rojnamevanîyê. Spas.



12.04.2015 23:22 ~23:23 | xendekî

2. ji profîla asya genim hin gotinên rênas jiyan:



"Hay ji "melle"yan heye ku bi tenê ew bi alfabeya erebî dizanin, hay ji "komunîst"an heye ku bi tenê ew bi alfabeya krîlî dizanin; ez ne melle û ne komunîst im ez "helbestkar"ekî "kurd" im lê ez bi herdu alfabeyan jî dizanim, min biricimînin!"

Rênas Jiyan



12.04.2015 21:38 | xendekî

1. nîqaş û gengeşiyeke nû ye li wêjeya kurdî û rojeva kurdan zêde bûye.



Mesele ji daxuyaniya nûbiharê destpê kiriye. Daxuyanî ev e:



Ji raya giştî re:

XWEZÎ ME DAXUYANIYEKE WISA NEDAYA!



Helbet me nedixwest ku em daxuyanyeke wisa derheqê weşanxaneyeke Kurdî yan kesekî Kurd de bidin, lê carinan meriv mecbûr dimîne ku hin şaşî û xetayan bibêje, da ku pêşî li wana bête girtin.



Nûbiharê, 16 sal berê dest bi weşana klasîkên edebiyata Kurdî kiribû û heta niha 18 kitêb ji wana çap kirine û her pirtûkek bi kesên pispor û şareza dane amadekirin.



Mebest ji kesên pispor, ew e ku destxetên bi tîpên Erebî bikare bixwîne, zimanê Erebî û Farisî û Kurdiya kevn bizanibe, herweha haya wî ji edebiyata Şerqê hebe, ango haya wî ji termînolojiya tesewifê û ilmên dînî hebe. Lewra ev edebiyata han bi remz û sembol û ayet û hedîsan tije ye. Yekî ku evana nizanibe, nikare pisporiya pirtûkên klasîk bike û wana rast û dirust bike.



Xwediyê weşanxaneya Belkî Rênas Jiyan, klasîkên ku Nûbiharê weşandine, wî jî rabûye sê heb ji wan bi navê xwe weşandine.



Çend sal berê metnê Feqiyê Teyran çapa yekem ya Nûbiharê girt û weşand. Peyre jî metnê dîwana Melayê Bateyî girtiye û weşandiye. Herî dawî jî dîwana Melayê Cizîrî li ser navê xwe çap kiriye û kedxwariya herî mezin jî di vê de kiriye. Jixwe Metnê Dîwana Mela seranser girtiye; lê tiştê herî sosret jî ew e ku not û ferhenga ku Selman Dilovan bo Dîwanê, ne bi awayê alfabetîk, belkî li gorî cîgirtina peyvan di metnê de amade kiriye, wî jî ew ferhenga girtiye û bi heman rêzê bi cî kiriye. Herweha malikên Farisî û Erebî yên ku Selman Dilovan di Dîwanê de wergerandine, hemî girtine.



Belê Rênas Jiyan, ji ber ku ne pisporê vî karî ye, dema ku metnê wan kitêban ji Nûbiharê girtiye, ew xetayên îmlayî yên ku bi şaşîtî Nûbiharê kirine, wî jî ew xetayana bêyî ku rast bike hemî dubare kirine. Welhasil wî hemî rastiyên Nûbiharê digel çewtiyên wê kopî kirine.



Wekî me di jor de jî got, me nedixwest ku em daxuyaniyeke wisa derbarê weşanxaneyeke Kurdî de bidin; lê em hêvî dikin ku berhemên me careke din neyên çapkirin.



Îcar li vê derê ne mumkin e ku em wan pirtûkan seranser hevber bikin û wêneyê wan nîşanî we xwendevanê hêja bidin; lê wek numûne em çend wêneyan pêşkêşî we dikin:



10,04,2015

Nûbihar







Axir va çend roj e herkes axivî, niha jî dora rênas jiyanî ye li gor gotinên omer faruk baran wê sibî bersiva rênasî dê bê weşandin.



Çavê me li rê ye.



12.04.2015 21:31 | xendekî