Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hola êzîda] de;

89. di vê peyama xwe de (vbnr:hola êzîda/76838) çi qa gotinên beredayî kiriye, ew xwe nizane. divê di serî de fêhm bike têgeha "şeytan" a di îslamê de û têgeha "tawisê melek" ne heman tişt e. divê mirov binêre felsefeya herdu olan. di felsefeya îslamê de şeytan ew tişt/kes e ku li hemberî xwedê serî hildaye û berê mirovan dide nebaşî û xirabiyê. lê di felsefeya êzidîtiyê de tişteke din e, alîkarê xwedê ye, melekê herî mezin e, baş e, têgeha başiyê ye. du tiştên cuda ne.



vêca kekê hola dibêje ew şeytanê li mekkehê tawisê melek e, te xwe çawa gihande vê encamê. ti karê xelkê nîn e wê bixwazin êzidiyan bicirimînin. komkujiyên li ser êzidiyan ji xwe dîroka me ye, her wiha komkujiyên li ser me pêk hatine. lê ev nêzikatiya te û yên wek te û her wiha misilmanên wek te difikirin heta hebin wê misilmanek û êzidiyek nikaribe li cem hev bisekine.



26.09.2015 13:58 ~13:58 | xendekî

64. nivîskarê ku hol hola wî ye, de lêxe hola êzîda. lê hinekî rehet, sakîn, aram.



08.07.2015 21:01 | xendekî