Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şano] de;

1.

kul û derdê biruya hayao miyazaki




pêşkêşiyên hunerî yên li pêşber bînêran li ser dikekî (sehneyekî) ji bo pêşandana lîstikvanan hatine amadekirin in. bi awayek cuda bi tevger û axaftinan vegotina hest û bûyeran e.

cara ewil bi şêweyên nûjen li yewnanîstanê beriya zayînê 534'an hatine pêşkêşkirin. yewnanan serê xwe gelekî bi vê hunerê re êşandiye, ji bo wê amfî û şanogehên mezin çêkirine.

di nav gelê me de lîstikên şanoyî ti carî kêm nebûne, qirdik, yek ji van pêşkêşiyan e, niha hîna jî şanoyên gundkî li gundan tên lîstin, li bajaran jî gelek caran şeva dawetê lîstikên şanoyî tên lîstin.

îro şano bûye yek ji hunerên estetîkî yê jêneger, gelek cureyên wê çêbûne, li her devera dinyayê bi awayek nûjen şanoya cîhanê her xwe nû dike.

li bakurê kurdistanê jî wek sazî şanoya şaredariya bajarê mezin a amedê şanoyên serkeftî pêşkêşî gel dike.



(bnr: evdirehîm hekarî)

(bnr: dbşt)

(bnr: şanoya kurdî)



18.07.2015 19:34 | xendekî