Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jus cogens] de;

1. têgeheke latînî ye ku ji ius cogens tê. rêzikên raser ên ji aliyê hiqûqa navnetewî ve hatine qebûlkirin û bi ti awayî ti dewlet nikarin binpê bikin in. rêzikên raser an jî fermanî, nabe ku ti çalakiya dewletan li dijî wan bin. . hinek ji van rêzikan ev in:

-qedexeya rêbiriya behrê

-qedexeya bikaranîna hêzê ya li dijî rêgezên neteweyên yekbûyî

-wekheviya desthilata dewletan

-qedexeya komkujiyê-genosidê

-qedexeya korsantiyê



konvansiyona (peymana navnetewî ya) viyanayê ku şêwe û rêgezên peymanên navnetewî hatine diyarkirin, jus cogens, wek hiyerarşîk daniye serê hiqûqa navnetewî, wek rêgeza yekem qebûl kiriye. ji ber wê gava peymanek tê îmzekirin heke li dijî jus cogens tiştek hebe derbasdariya wê peymanê namîne. (Xala 53.) her wiha heke jus cogenseke nû derkeve, çêbibe (jus cogens superveniens) hemû peymanên heyî û yên nû ên li dijî vê divê tune bên hesibandin. (xala 64.)



(bnr: têgehên hiqûqê)



19.07.2015 12:52 | xendekî