Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zulfên zelixayê] de;

4. helbesteke ofb ye:



Zulfên Zelîxayê



zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê

êş, ezab, elem, derd û kul dîne

hinekirî ne sor spî

li erdê berriyê bêrî

pir av anîne ji ser bîrê, pir biriqîne

zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê

heşt zik zaro xwedî kirine

geh pale bûne bi dergûş

geh li qirşan geh li pûş

xûz bûne tak rihan

li ber beroşan, sîtilên li ser sê keviran

ji ber karan, wehîd tim, bi gazinc car caran

zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê

çend sal emir kirine ew jî nizane

haho hawar, hatine rûçikandin li şûna miriyan

bi saxî ketine tirban

kokên wan şil, şil kirine dil

zulfên zelîxayê, mîna mirinên zemanê berê

mîna mirinên zemanê berê, zulfên zelîxayê



Omer Faruq Baran



28.10.2015 17:52 | xendekî

3. navê helbesteke omer faruq baran e. lînka di entrya yekem de hatî dayîn naxebite, ji ber wê ji vir guhdar bikin:



edît: babo quran lînka şkestî naxebite. error lar error.

edît2: temam temam dixebite; problem di chromê de ye, di telefonê de bi chromê youtube error dida. *





28.10.2015 17:51 ~2015.10.29 13:19 | xendekî