Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biz didim, ba didim] de;

1. têgeheke lîstikên zarokatiyê ye. gava mirov dest bi lehîstikekî dike bi vê yên yekem destpê bikin tên diyarkirin.

em bêjin du kom hene: serokên herdu koman tên, bi qasî 5/10 mitroyan xwe ji hev dûr dixin. yê/ya yekem destpê dike û lingê xwe diavêje pêş û dibêje: "biz d'dim." yê/ya din jî lingê xwe pêşve diavêje û dibêje: "ba d'dim." yê/ya yekem lingê xwe yê din diavêje pêşiya lingê din lê divê herdu ling li pişt hev, pevve, bin û dibêje: "biz d'dim.", yê/ya din jî eynî wilê dibêje: "ba d'dim." bi vî awayî heta bigihin ber hev û ka êdî herî dawî lingê kîjan serokî bikeve ser lingê yê/ya din ew kom biser dikeve; û ew kom wê dest bi lîstikê bike.



18.09.2015 19:07 | xendekî