1. belkî rasttir: mihrîcana şanoyê ya amedê ya 3.
mihrîcaneke/festîvaleke ji aliyê şaredariya bajarê mezin ya amedê ve tê çêkirin e. di navbera 15 - 22ê sermaweza 2015'an tê çêkirin. ango piştî du rojan destpê dike.
mihrîcan bi dirûşma “Em Şanoya Civaka Demokratîk Bi Hev Re Ava Bikin” tê lidarxistin.
-lîstik
Komên şanoyê ji duhok, kirmanşah, îlam, kerkûk, silêmanî, Îstanbul, Batman, cizîr û nisêbînê beşdarî festîvalê dibin, tê de lîstikên “Spîmend”, “Allahından Bulmuşlar”, “Mazottan Bir Tablo”, “Filler Sultanı”, “Mekanların Zamanı”, “Xaw Eray Zemîn”, “Değerli Doktor”, “Masîreşka Biçûk (Lîstika zarokan)”, “Davul Tozu”, “Vahşi Bir Halkın Marşı”, “Nene û Tilki (Lîstika Zarokan)”, “Kim Var Orda”, “Uzun Bir Günün Ardından”, “Küçük Aslan (Lîstika Biçûkan)”, “Yeter Artık”, “Orman Çocukları (lîstika zarokan)” tên pêşkêşkirin. Hema demê di mîhrîcanê de, Koma Dansê ya Navenda Çandê ya Mezopotmaya ya İstanbulê jî nimayîşekê pêşkêş dike.
Festîval bi ‘spîmend’ vedibe
Vebûna mîhrîcanê bi lîstika “Spîmend” ku derhênerî û nivîskariya wê Qudbedîn Sadexî dike û lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê dilîzin pêk tê. Ji bo lîstikê Salona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Salona Navenda Çandê ya Cegerxwîn tê bikaranîn.
-semîner:
Di festîvalê de, semînera Derhêner Qedbedîn Sadexî “Rêbazên Gel û Diyalogê yên Şanoyê”; Çetoyê Zêdo “Di Dîroka Şanoya Kurdî De Berhem û Edebiyat”; Xusro Sîna “Nêrînek li Dîroka Şanoya Kurdistanê: Di Şanoya Rojhilatê De Lêgerîna Nû”; Mahir Gunşiray “Di Şanoyê De Ya Polîtîk û Şanoya Alternatîf”; Rahîm Abdurahîmzada jî “Di Biyavê Şanoya Cîhanî De Pênaseya Şanoya Kurdistanê” dê werin pêşkêşkirin.
-cih
Festîval bi ‘spîmend’ vedibe
Vebûna mîhrîcanê bi lîstika “Spîmend” ku derhênerî û nivîskariya wê Qudbedîn Sadexî dike û lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê dilîzin pêk tê. Ji bo lîstikê Salona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Salona Navenda Çandê ya Cegerxwîn tê bikaranîn.
hem lîstik hene hem semîner hene. hema bêje her roj du lîstik hene, heta lîstikek bi soranî ye, lîstikeke komeke şanoyê ya kirmanşahê ve tê pêşkêşkirin. bername di malpera şaredariyê de heye.
spoilerê veke ji ber ku mihrîcan e, ez bawer im lîstik belaş in
nûçeya mihrîcanê: Here lînkê
|