Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [înanolo blog] de;

6. çîrokeka xweş nivîsîye, ser bloga xwe, fermo:

"bismil li ku beyrûd li ku"
(...) Înanolo dereng hatibû, halbûkî ji min re gotibû namîne du sê deqeyan ez ê li wir bim. Her tim wisa dike ev kurik, deqeyên wî naqedin, mîratê. Bavê min digot baweriya xwe bi wan kesan neyîne ên ku li ser soza wextê xwe nasekinin û her tim ez hişyar dikirim ku bi yên wihakî re negerim. (...)
dewama wê: Here lînkê



13.02.2018 10:40 ~10:40 | xendekî

4. yekem bloga kurdî ye ku tê de wek tefrîka romanek tê nivîsîn.



01.01.2018 19:28 | xendekî

3. bloga tirşikvanê me înano lo ye. yek ji bloggerên kurdî yên popûler e. înan eroglu têra xwe jêhatî û çalak e, di nab xortên kurd ên dema me de. di gelek kovaran de nivîsî, gelek çîrokên wî di kovarên kurdî hate weşandin.

niha jî di bloga xwe de karên xwe yên wêjeyî didomîne. ji Hezîrana 2016'ê destpê kir. bêhtir bi hevpeyvînên xwe yên têr û tijî derket pêşberî me. herî dawî biryar da ku romanekê binivîse û vê romanê li ser bloga xwe tefrîka biweşîne. heta ji xwînerên xwe re got ku ez dikarim bi fikrên we seyra romana xwe biguherim. bi vê yekê jî înano lo bû yekem bloggerê kurd ê wek tefrîka li ser bloga xwe romanekê dinivîse. navê romanê: çîroka wenda ye, beşa ewil: Here lînkê

kunye
navê blogê: înanolo
mottoya blogê: jehr tê de be
lînk: Here lînkê



01.01.2018 19:27 | xendekî