Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [26.08.2016 erdheja li îtalyayê] de;

1. erdheja ku vê sibehê seet 03.38'ê 100 kîlometr nêzî paytexta îtalyayê romayê pêk hatiye. pileya erdhejê 6.2 ye.



erdhej li gund û bajarokên di sêriyana herêmên umbria, lazio û le marche de pêk hatiye.



li gor daxuyaniya rayedarên îtalî heta niha 247 kes mirine, 190 kes ji bajarê rietiyê, 57 jî ji bajarê ascoli piceno ne. şaredarê amatriceê sergio perozzi dibêje ji sêyê bajêr tenê parçeyek ji bajêr maye û avahiyek tenê jî saxlem nemaye.



edit: hejmara miriyan ji 280yê derbas bû, ihtîmalek mezin wê hê jî zêdetir be.



26.08.2016 14:23 ~2016.08.27 09:49 | xendekî