Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hinê bînin] de;

2. (bnr: hinne)



27.03.2017 13:41 | xendekî

1. straneka kevn û edetî ye. di destrecê / şeva hinê de ser bûk û zavê re tê gotin.

Hinê bînin li teştê kin
Şîr û şerbetê çêkin
Kevçî bi kevî rûn lêkin
Bînin li destê zavê kin
Bînin li serê bûkê kin

Şarika bûkê heftreng e
Dayê rabe dereng e
Dawet hatî ber derî
Dawet hatî ber malê
Bîhna zavê pir teng e
Bîhna bûkê pir teng e

Berbû hatin bermalê
Rabe bûka delalê
Ha dîlan dîlan dîlan
Stran dîlan û lîlan
Çi bûkekî delal e
Zava bû xwedî malê

rojda wiha distrê:





jêrenot: heman şiklê tirkîya wê jî he ye, tirk di flîm û rêzeflîmên xwe de teqez sehneyekî bi vê stranê dikişînin. wekî herkes dizane meseleya stranên tirkî yên ji kurdî hatin wergirtin û wergerandin hê jî li meydanê ye. ji bilî vê gotinên strana tirkî diyar e kurdekê weka îbrahim tatlises an jî guzelses wergerandiye tirkî dibêje: -kinayi getir aneeeeey



27.03.2017 13:39 | xendekî