Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jean valjean] de;

1. karakterê sereke yê romana victor hugo - les misérables (mirovên perîşan) (tr: sefiller) e.

jean valjean piştî şoreşa frensayê ew û xwişka xwe ya heft zik zaro birçî û perîşan dijîn. şevekê ji ber qareqara zarokan êdî jean xwe nagre û diçe ber derê firinekî çend heb nan jê dixwaze, lê dike nake nanpêj nên nadiyê. ew jî wê şevê dizane nikare destvala vegere nav zaroka, radibe hewl dide çend nanan bidize. lê polîs qemçika wî re digre. piştî şoreşê hingî xizanî û perîşanî zêde bûye hikumet ji bo pêşîyê li dizî û sûcên weke bigre cezayên giran dide bersûcan. jean valjean jî ji ber diziya 4-5 nana 5 sal ceza dixwe. sala 4ê direve, lê tê girtin, dîsa direve cardî tê girtin; bi vî awayî 19 sala dimîne girtî.
jean valjean piştî evqas tişt vedigere nav civaka xwe lê civak wî dîsa qebûl nake. û ew jî ji wir diçe u navê xwe diguhere hewl dide bibe mirovekê baş û maqûl.



07.04.2017 20:09 | xendekî