Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kûçikistan] de;

1. pirtûka nû ya mihemed ronahî ye.
ev demeka dirêj e li ser dixebitî. heta tê bîra min berîya 3 - 4 sala jî behsa vê pirtûkê dikir.
ji weşanxaneya avestayê derket.
ev jî wek pirtûka wî ya ewil daristan çîrok in û dewama wê ye. 80 rûpel e.

wêneyê bergê:
Here lînkê

di daxuyanîya avestayê de li ser pirtûkê ev hatiye nivîsîn:
“Kûçik ji hevalên xwe hez dikin û neyarên xwe gez dikin. Lê mirov cuda ne hez û nefreta wan têkel e.”

Sigmund Freud

Li vî bajarî ewqas xaîn, diz, kujer, qewad, derewîn, bênamûs, bêbext û sextekar hene tu kes nikare têkel wan bibe. Hetta ji wan sextekar û dizan gelekê wan rê didin ber civakê, rêberiya civakê dikin û civak wan diparêze. Lê van kûçikana tu rojekê xisar nedan kesî, diziya kesî nekirin, derew li kesî nekirin, îxanet nekirin, çavên wan ne li namûsa tu kesî bû. Tenê ji xwe re li nanê rojê dinihêrîn û dijiyan li vî erdî. Min ew qas mirov nas kirin li vê jiyanê lê min tu kes bi qasî wan ji xwe re nêz hîs nekir. Hatin ew jî kuştin.



23.08.2017 14:55 ~14:56 | xendekî