Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mesela cizreli mehmet] de;

2. li gel ku fikrên li ser meselê hatî gotin hinek alîya va rast bin jî ji gelek alîya ve neheq e.

ya ewil mesele ne ewqa meseleyeka mezin e. yekê cizîrî duetekê bi yeka ingilîz re dike; ev carekî de di hemû medya civakî de belav dibe; ji ber ku medya tirkî domînanttir e navê wan lê kirî dimîne. û navê wî dibe cizreli mehmet. ew kesê cizîrî xwe dighîne wê kesa ku pê re stran gotî û carekî de deng dide. belav dibe. hem xwe meşûr dike hem anne marie. hemû jî bi xêra rehetîya wî û jidilîya wî ya gava stranê dibêje, ye. yanî ne ku dengê wî pir û pir xweş e.

ya duyem; erê li ser cizîrê tofanek rabû, ji canê xwe can dan. êêê? ji ber ku wilê bû wê cizîrî şûna xwe û we hemûya heta hetayê şînê bigre; bila êdî cizîrî nekenin, nerûnin; êdî li cizîrê heyat nemaye? kî gotiye? çima vî barî li cizîrîya bar dikî? cizîrê çawa duh li ser piya bû, îro jî wilê li ser piya ye!



11.09.2017 19:36 | xendekî