Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gilîne bo kevirên reş] de;

1. helbesteka din a kawa nemir e, vê carê hûn dikarin ji dengê wî guhdar bikin:





Kawa Nemir - Gilîne Bo Kevirên Reş

I
dihatin van dergehên lê tirsa şêran ji bîr bûyî
siwarçakên li ser zar û zimanê wan cerda dûvpişkê
tevî aştîya xwe ya pelixî li binê şingeşinga siman
dihatin warê gamêşên li nava gil û hîşê gevizî
belam ez bûm li xaça dara nemirîyê, bi dî çepikên
ku guleke tûre dixeniqandin bi bêhn û buxza
li binîya baxê Mela û Selmayê; strana hevrîşimê

nexwe bi şeveke berdîberdan bi xwe vedabim bi xwe
pîroz dikim mirina qewmê xwe yê tûle
li hewş û asîtana kewtekewta gula Mihemed
dikim gurz vê nimêja li ber vê dara berbad
dikim dua, dikim dua, dikim dua, ji bo ku ba
gotinên kok î tixis bizûrîne li bajêr ji vir û ha

II
qewmê kelek î gelekî ketî ji dolab û dek
kurê govenda ku di zang û zinaran de kîp bûye
keça zemawenda ku li karwanê xwe rîp bûye
lo kurno, lê keçnê, li nava vê himûguma bejnên çivîyayî
xûz bibine ser jidayîkbûna vî zimanê serserî
pîroz bikin rabûna çemê har li ber û berê bircan
ku ji nava gewdeyê vîyanê de bilind dibin
lew lalûtetîya we ye tekane milk û samanê we
pîroz bikin kuştina bavê ku hogirê dûvpişkê ye
lew bajar dêya we ye, jar, asîka gulê ye

III
bi rojên ji qizwanan, dûr ji kûvîbizinên li gelîyên Barzan
kevan im bi ser gewdeyê bajêr ê cejnên keldûman de
gelo, dizikrînim, gelo kuta bû nimêja min û Te,
lo Ehmed, lo qendîla şarên bêşiûr û bêşiîr?
kî heye Xalidê kurê Welid serkut bike
ê ku dadide dengê min ê berbangî, şikestî?
tu nebûyî qey, ê ku bi xewnan porê min
miz dida, dikêlimî:
"Ez im pirs dikim, bav û kalên te yên Pinyanişî
bi tirs dikim!"
nexwe, wekî dêya xwe ya ku radiweşîne toza geşedanê,
em hembêz bikin van kevirên reş î nêr û mê
kelamên razbar î li wan kolayî beşbelek bikin

em bizivirin, veçerx bibin li dora hêjîra havînî
ya ku bê na bejn davêje esmanê li dara xaçê

IV
bi rojên li dûrî qewmê ku xewtêşkê lê danîye
li ber û berê bircên ku eyloyên pîr î mîr lê datanîn
dijimêrim mêvanên ku belapêşkarî wî bûn:
pêşî şêrên xwe yên bişiûr berdan ser van dergehan
kilam qewsik bû, revîyame ber guhanên Purmayeyê
hê pirr maye, xwe bisû lo, da ku wê hingê bibî Gawe
heftokan ji dawa xwe de birijîne, paşê,
berê xwe bide xwe, paşê da ku nebî şervanê şaş.
paşê hêstirê spî îx kir li ber kevirên reş
wî zilamê gewdepûç î bêsûret ê çolistana firawan
– zivistana erûza zirz wî anî bi xwe re, fetahê duyem
ê hişkbûna kemberok û şîlana bêsînor, ê zimanê tol* –
ev e gava ku awir kîp li ala li banê gerdûnê
dest li ser zivirîya kevirên kesirî yên reş

li ber nexşeya xwîndar a heyvik û stêrka berbadkirî
li ber qeterehmîya nifşên ku diweşin ji dara xwe ya Arî

V
belam wê ji dê bipirse Sîyabendê Melek ê qewmê kelek:
bo çi Purmaye, bo çi gewdeyê te kuna maran e?
bo çi hê pirr maye dakevime bajaran e?
bo çi ji hewşê ta çîyê avreşîn nekim warê Kardoxan e?
bo çi careke din hilnekim agirê kulan e?
şîrheram im, tîrheram im, jîrheram im, bîrheram im
madam her şaş derketin, hemû caran çetin, ketin,
dîsa ez bim qesasê serê qewmê çêlek

VI
tu jî bibêje strana gewrîya xwe, a berbad
li ber qeterehmîya nifşên ku diweşin ji dara xwe ya Arî

Kawa Nemir
22'yê Adara 2007'an – 16'ê Gelawêja 2007'an
Amed & Stembol

* Kûçikê tirsonek.
*ji hevpeyvîna Kawa Nemir û Arjen Arî ya di radyoya ses' ê de. sala 2013ê.



14.09.2017 13:49 | xendekî