Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çav û têgihiştin] de;

1. têkilîyeka xurt di navbera herduka de he ye. çav bibîne, mirov baştir xurttir fêm dike. lê heke çav hindik dîtibe, asta têgihiştinê jî li gor wê kêm e, hêdî hêdî çêdibe. li ser vê mijarê ji arjen arî dipirsin: "di pirtûka we ya ewil de zimanê we bêhtir nêzîkî gel bû, lê hingî diçe dûrtir dikeve, girantir dibe, hûn ê li ser vê çi bêjin?" arjen arî wisa dibêje:
"civaka kurdan ne civakekek xwendevan e. civakeka guhdar e. ji ber ku ez di azadiya welat dinivîsim, car carna li kolanên amedê rastî hevalna têm, dibêjin: me îro nivîsa te xwand, gelek xweş bû, lê me fêm nekir ka çi dibêje. ez hingî dibêjim ka werin ez ji xwe re bixwînim cihên we fêm nekirî ji min re bêjin. dema ez dixwînim hingî fêm dikin; uzra xwe dixwazin."



17.10.2017 23:06 | xendekî