Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîşel mistoyan] de;

1. stranbêjekî êzidî ye. tevlî pêşbaziya dengî ya Rûsyayê bûye, bi performansa xwe ya dawî bala gelek kesa kişand. navê stranê negrî û rabe êzdîxan e, strana negrî straneka gelêrî ye, mîşel hinekî guhertiye. performansa wî têra xwe baş e, dawîya stranê jûrî radibe ser piya, guhdar jî têra xwe çepika didin bo wî.

strana wî û gotinên stranê




serê çiya bi dûman e bavê minoo
birîn kûr e bê derman e berxê minoo
gelo çima em hewa ne negrî negrî
çi zeman e negrî negrî negrî
ev çi hal e negrî negrî negrî
gelo çima em hewa ne negrî negrî
çi zeman e negrî negrî negrî
ev çi hal e negrî negrî negrî

dîroka xwe ez pîr nakim em kurê êzîdîya ne
mala dijmin xirab dikim em wek şêran e
rabe rabe rÊzdîxan rabe
dest bidin destê hevdu da
welat we şa be
rabe rabe rabe Êzdîxan rabe
dest bidin destê hevdu da
welat we şa be

serê çiya bi dûman e bavê minoo
birîn kûr e bê derman e berxê minoo



28.11.2017 19:09 | xendekî