Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [perkar] de;

2. (bnr: pergal)



19.12.2017 10:53 | xendekî

1. peyveka xweş e, di dîwana Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ez lê rast hatime. mela di helbesta xwe ya bi navê ahê ji derdê dil de wilê bikar tîne:
Kes dî li lewhê sîne qet
Neqşek vehatî bêxelet
Herdem ji nû yek tazexet
Tavête der pergarê çerx

tê mehneya wê amûra ku mirov pê giroveran çêdike û santîmên di navbera du tişta hesab dike. dema me mekteba seretayî dixwand tê bîra min mamoste ji bo çend dersa xwestibû, me jî du sê dersa anîbû, wekî din mabû li quncikeka malê. weke du çiqila ye, serê wê tûj e, dikarî pênûsê çiqilekî ve bikî filan.

wek perkar û pergal jî derbas dibe, tirk dibêjin pergel; eşkere ji yek rayê ne. jixwe peyv hind-ewropî ye.

Here lînkê



19.12.2017 10:50 ~10:51 | xendekî