Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wezîrê eşo] de;

3. Rûpela wî ya facebookê:

https://m.facebook.com/profile.php?id=1485211905073628



Pirtûkên Wî:

http://goo.gl/R9YY2b



Nivîsa tosinê reşîd li ser mirina wî:

"Besa kirasguhêrîna nivîskar, dîrokzan, werger û rojnamevanê naskirî, Wezîrê Eşo, em xemgîn kirin. Me mezinekeî xwe jî unda kir, ku cîhê wî nayê tijî kirin. Cêrgên me sêrek dibin.

Bira serê kurê wî, birê wî, koma wî xweş be. Bira xwedayê mezin dilovanîya xwe têke para wî û cîhê wî li buhuşta nûranî bike.

Wezîrê Eşo wê di berhemên xwe de, di dilê dost, heval û xwendevanê xwe de bijî. Bîranîna rewşenbîrê kurdî hizkirî, wê herdm di dilê me de be."



24.01.2015 08:15 | xendekî

2. Nivîskarê mezin îro dawî li jiyanê aniye, miriye û dilê me birîndar kiriye.



Wezîrê Eşo nivîskar, lêkolîner û wergerê naskirî ye. Wî wisa jî bi sedan gotarên cûr bi cûr çawan di rojnama “Rya Teze” û beşa kurdî ya radyoya Yêrêvanê de, wisa jî di çapemenya ermenî û rûsî de belav kirine.



Wezîrê Eşo pirtûka bi navê kurdzanê mezin, qanatê kurdo nivîsiye. Pirtûk ji alîyê weşanxana “Ararat News-Publishing” de sala 2010 an li Bruksel hatîye weşandin. Mamed Jemo û Ronî Alasor rêdaktorya pirtûkê kirine.



24.01.2015 00:53 | xendekî