Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ciwan haco - felek] de;

4. remezan olçen ji bo e-rojname'yê li ser albûma felek ya ciwan haco pê re hevpeyvînek kiriye. li ser albûmê hîn hûrgilîyên xweş hene, hûn dikarin ji vir bixwînin: Here lînkê



22.06.2018 15:56 | xendekî

1. albûma nû ya ciwan haco ye. ciwan haco piştî çend salan mizgînîya albûmekê da û ev mehek zêdetir e li ser qenala YouTube'ê red music digital danasîna wê tê kirin.

di albûmê de 12 stran hene. yek ji bo şervana ypg'ê arîn mîrxan ku dema bêhn li kobanîyê çikayî xwe li ser girê miştenûrê di nava sedan daîşîyan de teqand û ew pêvajo bû veçerxa şerê kobanîyê. stranek ji bo rojnamevan şîfa gerdî ye ku dema li başûr dixebitî di encama êrîşeka daîşê de şehîd ket.

kekê ciwan dibêje ev albûma gelek cuda ye û di hevpeyvîna xwe ya bi avestakurdê re behsa vê yekê dike: “Gelek ciyawaz e. Her kes dê xwe têde bibîne, klasîk, modern, ji rîtmên erebesk, rock, pop, cazz, hemû têde hene.” hevpeyvîn "Albûma Ciwan Haco li ber derî ye": Here lînkê

ciwan haco dibêje wê albûm li ser înternetê bête belavkirin, ji ber wê wek cd neyê firotin tenê: “Em ê albûmê bi awayî dijîtal, bi rêya înternetê belav bikin. Ez ê tenê 500 heb CD kopî bikim, ew jî ji bo diyarî ye.”

ji bo hûn pêvajoyê bişopînin dikarin bibin aboneyê qenala wan a YouTube'ê: Here lînkê

ev jî teasera albûmê:



18.05.2018 12:33 | xendekî