Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sara omar] de;

1. nivîskareka kurd e. li Danîmarkayê dijî. romaneke bi zimanê dankî nivîsî û bi vê romana xwe li Danîmarkayê piyase serobino kir. pirtûka sara omar "dode-vaskeren" (dode-mirîşo) di sala 2017'a dê pirtûka ku herî bêhtir hatî firotin bû.

sara omar di romana xwe de behsa jîyana kurdan a di nav komkujîya Enfalê û çekên kîmyewî de dike.

romana sara omar ku di mehekî de ji 50î hezarî zêdetir hatiye firotin, 323 rûpel e.

Here lînkê

sara omar gotiye: min di pirtûka xwe de êşa jina kurd, dîroka kurdan, jîyana Pêşmergeyan, li rojhilat Navîn neheqîyên li dijî kurdan û serhildanên kurdan kiriye."

û şevê din li Kopenhagen'ê nivîskara me xelata xwe wergirtiye.

di derheqê Sara omar de di Wîkîpediya îngilîzî de agahîyên berfirehtir hene: Here lînkê

em çi bêjin, va roja rojên bi xêr û ber in. kurdên me li dinyayê xelatên hêja distînin. pîroz be.



07.08.2018 07:41 ~07:45 | xendekî