Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gîskok] de;

3. çend varyantên vê gotina meha sibatokê, ji twitterê:

"Çirim çirim Adar e; xwişka Adar, tu bide min roj û danek sar e, ca ez gîskê keme dar e."

"Apê Mîntas ji serma diqutifî û kir gazî û hewar: Heyva sibatê gazî dike heyva adarê; bide min du rojên xedar, da ez gîska sergode bikime xwar."

"Heyva sibatê gazî dike heyva adarê; bide min du rojên xedar, da ez gîska sergo de bikime xwar."

"Xwoka adar, ka bide min sê rojê xedar, ez ê gîska pîrê bînim xwar," got sibatê û çû...

"Mamê Adar bide min rojek xedar da ez kurya gîskê bikim dar"

"Sibatê bang kir, go: ha xûhka adar, bide min çend rojên xedar, ezê gîskilo di tehtê de bînim xwar." Gîsko jî ev bersiv da: "Tirt û tirt sibatokê, ez ketma edarokê, mi xwarîya gaha golikê."

ez ê varyanta cem me jî binivîsim, lê ne niha *



02.03.2019 19:55 | xendekî