Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [polîsê baş polîsê xirab] de;

3. yek ji lîstika polîsan e. gava ez xwendekar li ofîsa Amedê standa partîyê hebû; em jî li dorê sekinîbûn, hevalên min govend kêşan, reqisîn; werhasil carekî polîs hatin, yên di govendê de girtin, min hew dît ez jî girtim, eman yeman ez nereqisîme, bêfeyde ez jî birim. em birin emniyetê berê me dan dîwêr dest bi xeber û sixêfan kirin, çi hat ber devê wan texsîr nekirin; seetekî bêhtir em 5 kes li ber dîwêr sekinandin, yek danîbûn serê me; axirî me piştî ewqas westandin û dijîna polîsek heçku dema ewqas tişt dibûn ne li wir bûn go çima kes bi van hevalan re mijûl nabe, çima ev li vir sekinîne; destê me dan vekirin av dane me, go yaw çima kes we ve mijûl nebûye filan bêvan. heçku ew heta hingî ne li wir bû:/

herdu jî eynî gû ne, dema yek li dijî hiquqê tevdigere tiştên li dijî mafên mirovî dike ew ê din jî seyrê dike; ji ber wê herdu jî eynî gunehkar in.



08.12.2019 21:32 | xendekî