Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [girêbesta mafên zarokan a neteweyên yekbûyî] de;

1. ev girêbest ji alîyê lijneya giştî ya neteweyên yekbûyî ve piştî 30 sal li ser danezana mafên zarokan a gerdûnî derbas bû di 20ê çirîya paşîn a 1989şînê de hate qebûlkirin. 197 dewletan îmze kirîye, ji ber vê jî belgeya ji alîyê dewletan ve herî bêhtir hatî îmzekirin ev e.

di girêbestê de xala 21. gelek muhîm e, ji ber ku di vê xalê de dibêje dewletên ku ev belge qebûlkirî divê mafê zimanê zikmakî yê zarokan jî bicih bîne; vêca dewleta tirki li gel ku ev belge îmze jî kirîye ji bo rê li ber kurdî bigire rêbînî (şerh) danîye ser vê xalê.

xwedê go erê ez ê carekî xalên vê girêbestê li vur belav bikim.



21.12.2019 14:47 | xendekî