Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dedaş] de;

5. îşev dîsa li ser kar in, sibî ve li Cizîrê ceylan diçe û tê, niha jî nîn e.

(bnr: girtina ceylana qaçax)



11.01.2020 20:19 | xendekî

1. şirketa anonîm a belavkirina elektrîkê a dîcleyê ye. li alîyê bakurê Kurdistanê dilxwede karê belavkirina elektrîkê kirije destê vê şirketê lê mixabin bi hiqûqa dijmintîyê îş dikin. li tirkî elektrîka herî buha ev şirket difiroşe. dilxwede dibêjin xelk elektrîka neqanûnî bikar tînin ji ber wê dewlet jî çav li kirinên vê şirketê digire. herroj sizayên elektrîkê li xelkê dibirin, elektrîka xelkê dibirin, xelkê di bin deynan de dihêlin; niha dewlet li bakur xurt bûye hol hola vê şirketê ye mixabin. berê nedikarîn evqas rihetî xelkê siza bikin.

binesazîya elektrîkê li Cizîrê wilê xirab e wilê xirab e heta hûn bêjin. hinga zivistan destpêkirî ve elektrîka me herro diçe, îro ev 20 car e diçe û tê. em nikarin tiştekî jî bikin ji bilî nifiran.



29.12.2019 20:56 | xendekî