12. sedrenc an jî kişik, yek ji berhemên navdar yên Stefan Zweig e ku li Brezîlyayê dema mişextîya xwe de nivîsîye. Çîrok di keştîyeka behrê ya ku berê xwe ji New York'ê daye Buenos Aires'ê de derbas dibe. Hinek ji rêwîyên keştîyê şampîyonê kişikê yê pirtûkê Mirko Czentovic vedixwînin yarîyê. Di yarîya ewil de wek herkesî texmîn kirî şampîyon biser dikeve. Di rovanşa yarîyê de dema hindik mabû têk biçe yekê navê wî Dr. B tevlî dibe, yarîyê de kes biser nakeve û wekheb dimînin. Li ser vê yekê rêwîyên keştîyê ji bo Czentovic û Dr. B de yarîyekî amade dikin. Berî yarî destpê bike Dr. B ji vebêjê pirtûkê re behsa çîroka xwe dike. Ji alîyê Gestapo ve Dr. B tê girtin û dikin hicreyekî de. Rojekî berî lêpirsînê ji montê bi dîwêr ve daleqandî pirtûkeka kişikê didize. Li gor yarîyên di pirtûkê de di hicreya xwe de bêyî textikê kişikê di serê xwe de dest bi lîstikê dike. Ev yarîya kişikê Dr. Byê ku hindik mabû ji qehra dîn bibe ji nû ve jiyanê dide Dr. B. Lê paşîya paşî digihe cihê ku ew jê re dibêje 'xeleka mirinê' û hemû lîstikên pirtûkê hîn dibe, dîsa dikeve wê rewşa berî pirtûk bikeve destê wî. Li ser vê êdî ew di serê xwe de yarîyên nû çêdike û ev yarîyên şîzofrenîk heta krîzê derbas dike bi xwe re dilîze. Dawîyê ji hespê tê berdan. Di keştîyê de yarîya wî û Czentovic ya ewil wekhev diqede. Dr. B bi wan tecrubeyên xwe yên hicreyê ku ewqas yarî di serê xwe de bi xwe re lehîstibû, hemû gav û hemleyên Czentovic berîya wî texmîn dikir û dema dor digiha Dr. B gelek zû hemle dikir. Di yarîya duyem de Czentovic ferq kir ku Dr. B tê de xira dibe û dîno mîno dibe bi qest êdî hêdî hêdî dilîze û Dr. B dîsa dikeve krîzê û yarî di nîvî de dimîne. |
|
09.01.2017 00:39 |
xendekî
|