Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fîlozofên kurd] de;

9. fîlozofên kurd - ostad elahî

mihemed ronahî





Ji fîlozofên kurd yê herî dawiyê Nûr Elî Elahî ye. Elahî di 11'ê Îlona 1895'an de li Kermanşayê, li gundê Ceyhûnabadê ji dayik bûye. Jiyana xwe bi temamî li Kermanşayê û Sîneyê derbas kiriye. Ostad Elahî ji malbateke Kakayî tê. Bavê wî Hecî Nîmet Kakayîyekî (Ehlê heq) kurd e. Hecî Nîmet li Kermanşayê şêwirmendê waylî bû. Lê ji ber baweriyên xwe yên mîstîk dev ji vê peywirê berda û kete înziwayeke kûr. Hecî Nîmet di vê înzîwayê de li aliyekî ji bo pêşketina xwe ya giyanî, li aliyê din jî ji bo perwerdehiya zarokên xwe xebitî. Kitêbeke wî ya bi navê “Şahên Heqîqetê” heye. Bi rastî jî Elahî bingeha fikr û ramanên xwe, kûrahiya xwe ya giyanî ji bavê xwe stend. Dû re ji bo xwendina xwe ya bilind ji malbata xwe vediqete û li Tehranê Dadgeriyê dixwîne. Li dû xelaskirina beşa dadgeriyê, dest bi dadgeriyê dike.



Elahî li aliyekî li ser mijarên felsefî û teolojîk kûr dibe, li aliyê din jî di warê muzikê de xwe gelek pêş dixe. Heta di warê muzikê de wisa pêş dikeve ku UNESCO muzika wî digire bin parastina çandî û muzîka wî weka mîrata çanda cîhanê dipejirîne. Elahî bi tembûra xwe li ser muzika cazê dixebite û bi tembûra xwe medîtasyonê dike. Bi rastî dema ku meriv li Ostad Elahî dikole meriv li aliyekî ji ber mezinahiya wî diheyire, li aliyekî jî meriv dikeve mixabiniyeke mezin ku, Elahî li Ewrupayê gelek tê naskirin û li ser navê wî weqf tê vekirin lê di nava kurdan de nayê naskirin. Bi tayibetî li Fransayê ne tenê Ostad Elahî, bavê wî Hecî Nîmet û xwişka wî Melekcan jî gelek tê naskirin. Heta li fransayê li bajarê Baillou'yê ji bo Melekcanê Bîrdarek (Maxber) hatiye çê kirin. Lêkolînerê navdar Henry Corbin pirtûka Hecî Nîmet wergerandiye û ji bo wê pirtûkê gotiye “ Eynî weka încîlê ye”



Şeş berhemên Ostad Elahî hene û ev berhem li gorî ku min lê kolaye, bi sê zimanan hatine wergerandin. Berhemên wî ev in: Bûrhanul Heq, Me'rîfetul Ruh, 100 Gotin, Peyvên Heqiyê-I, Peyvên Heqiyê-II, Haşiyeya Şahê Heqîqetê (ya bavê wî). Weka ku ji navên berhemên wî jî tê fehmkirin, bi tayibetî li ser mijarên tesewwûfî rawestiya ye. Çavkaniya fikr û ramanê wî ji Kakayîtiyê (Yaresanî, Ehlê Heq) tê. Kakayîtî, ji mezhebên îslamiyetê yek e. Ev bawerî ji Sultan Sohak(Îshak) dest pê dike û heya îro jî hebûna xwe didomîne.



Ostad Elahî di warê terbiyekirina nefsê û mijarên tesewwûfî de gihaştiye asteke bilind. Li gorî baweriya wî (ev bawerî ji bavê xwe stendiye). Bingeha ol û baweriyan yek e û hemû jî dixwazin mirovan bigihînin başî û qenciyê. Armanca hemû olan jî danasîna xwedê ye. ji ber vê yekê divê olên cuda bi hev re nekevin nava şer û gengeşiyê. Divê di nava wan de xweşbînî û piştgirî hebe.



Dîsa li gorî baweriya wî ku ev bawerî jî herî zêde di kurê wî Behram de heye. Giyanê mirovan di nava reankarnasyonekê ango tenasuxekê de ye. Giyan her diçe xwe digihîne kemalatê.



Bi rastî ji bo vî fîlozofê giranbiha meriv dikare hê gelek tiştan bêje lê armanca me tenê bi kurtasî danasîna jiyan û ramana wî ye. Kesên ku bixwazin dê karibin bi rihetî xwe bigihînin berhemên wî.



30.12.2013 02:58 | xendekî

8. FİLOZOFÊN KURD 8 - ŞEMSEDDÎNÊ ŞAREZORÎ

Mihemed RONAHÎ







Çawa ku di teşegirtina raman û felsefeya ewrûpayê de çend bajarên navendî hene, wekmînak Atîna, Roma û Sparta. Herwiha di teşegirtina raman û felsefeya rojhilata navîn, bi tayibetî jî di teşegirtina felsefeya kurd de çend bajarên navendî hene. Şarezor û Hemedan ji van bajaran e. Ji bilî van bajaran jî zanyar û fîlozofên mezin derketine weka Cizîr, Amed û hê gelek bajarên kurdan, lê birastî jî van her du bajaran di dîroka kurd de di warê çand, wêje û ramanê de gelek ked û xebatên giranbiha derxistine holê. Ji van her du bajaran yek bi serê xwe jî besî afirandina dîrokekê ye. Serqisê hema em tenê Şarezorê bigirin dest. Zanyarên kurdan yên ku ji Şarezorê derketine ne besî kurdan tenê, em dikarin bêjin besî avakirina felsefeya rojhilata navîn e. Dema em navên van zanyaran bijimêrin hûn dê bibînin ku birastî jî Şarezor weka navendeke çandê di dilê kurdistanê de cîh girtiye. Kî ne van zanyarên Şarezorî ? Îbn-ul Muzaffer Şarezorî, Kemaleddîn Şarezorî, Îbn-î Salah Şarezorî, Abdurrehman Şarezorî, Hesen El Şarezorî, Naliyê Şarezorî, Mewlana Xalidê Şarezorî, Mella Goranî, Ehmed el Qasimê Şarezorî, Şemseddînê Şarezorî û hê em dikarin bi dehan navên wisa bijimêrin. Niha ji van navan em dê li ser navekî mezin û bi rûmet rawestin. Ev kes Şemseddînê Şarezorî ye.







Navê wî yê berastîn Şemseddîn Mihemedê kurê Mehmûd e. Li şarezorê hatiye dinyayê. Di warê jidayikbûna wî de agahiyeke misoger tuneye lê di çavkaniyekê de jidayikbûna wî weka 1250"yî hatiye nîşandan. Di 1288"an de jî çûye ber dilovaniya xwe. Weka şîrovekarê felsefeya Suhrewerdî tê naskirin. Di derbarê jiyana wî de agahî kêm in. Lê ji riya seydayê xwe Suhrewerdî neqetiya ye û li dû mirina wî jî felsefeya wî pêşva biriye û li ser zêde kiriye. Heya niha pênc berhemên wî gihiyane vê demê:







1- Resaîlû şeceretul îlahiyye fî ûlûmîl heqayîqî rabbaniye



Di vê kitêbê de beşa yekem ji parvekirina zanistan re, beşa duyem ji mantiqa klasîk re, beşa sêyem ji babetên siyasî û exlaqî re hatiye veqetandin. Beşa çarem di derbarê felsefeya xwezayê û fîzîkê de, beşa pêncem jî di derbarê ****fîzîkê de hatiye nivîsîn







2- Kitabûl Rûmûz



Di vê kitêbê de jî li ser felsefeya yewnanan a kevnar sekiniye. Di felsefeya yewnanan de ramana Hermetîk û Helenîstîk girtiye dest û bingeha van ramanan nirxandiye. Wekî din bi nêrîneke Platonî û Nûplatonî li ser têgeha nefsê rawestiya ye. Têkiliya nava laş û nefsê, mahiyeta nefsê û rewşa nefsê ya li dû belavbûna laş girtiye dest di vê kitêbê de. Dîsa di vê kitêbê de nêzîkayiyeke epîstemolojîk nîşan daye û zanînbidestxistin û ronakbîrbûna nefsê li nirxandiye.







3- Ravzatul efrah ve nuzhetul ervah



Fîlozofê me yê giranbiha di vê berhema xwe de, ji Hz. Adem heya dema xwe, li ser jiyanên fîlozofên xwediyê ramanên cûr bi cûr rawestiya ye. Vê berhema giranbiha weka jînenîgariyekê nivîsiye.







Wekî din jî kitêbên wî bi navê “Şerhul hîkmet” û “et Tenkîhat fî şerhî telvîhat” hene. Di van kitêban de berhemên Seydayê xwe yê navdar Suhrewerdiyê Kurd şerh kiriye. Lê şerha wî ya herî navdar şerha “Hîkmetul îşraq”ê ye.







Li gorî Şarezorî bi arava xebata giyan, meriv dê karibe xwe bighîne zanîna berastîn. Bi xebitandina giyanî mirov dê rasta rast bigihîje zanîna heyînê. Di vir de dijraberî felsefeya Arîstoyî fikiriye. Lewra li gorî Arîsto aqıl bêyî alîkarî nikare têbigihîje zanînê.







Şarezorî di piraniya qadên felsefeyê de serê xwe êşandiye û fikr û ramanên hêja derxistiye holê. Lê bitayibetî li ser mijarên siyasî, exlaqî (sincî), dadî û ****fîzîk rawestiya ye. Di bingeha felsefeta îşraqê (ronahî) de peyva hîkmetê pirr tê bikarhanîn û fîlozofên îşraqî li ser vê têgehê gelek tişt gotine. Li gorî Şarezorî jî peyva hîkmetê nêzî exlaq û siyasetê ye. Dîsa li gorî wî hîkmet du celeb e. Ya yekemîn “hîk**** fîîlî”ye ya duyemîn jî “hîk**** zanyarî” ye. Şarezorî hîk**** fîîlî dixe pêş hîk**** zanyarî lewra lê gorî wî ji bo têgihaştina tiştên ku meriv têdigîje û wan aqil di ber wan de dibe divê nefseke paqij hebe. Ji bo nefseke paqij jî divê exlaq û siyaseteke paqij hebe.







Ji bilî têgeha hîkmetê Şarezorî li ser dadê (edalet) jî gelek serî êşandiye. Berê li ser hêzên meriv rawestiya ya û ev hêz li ser sê celeban daye nîşandan; hêza aqlî, hêza şehvanî (nefsanî) û hêza xezebî (hêrs). Dû re van her sê hêzan bi edalatê ve girêdide û wisa dinirxîne. Lewra li gorî wî ji bo gihaştina nefsê divê ev her sê hêz werin kontorlkirin. Dema ev her sê hêz hatin bindestkirin wê demê nefs dê karibe edaletê bimeşîne. Dû re Şarezorî di bin tayibetiya edaletê de dwanzdeh xalan dijimêre. Lê niha em van xalan li vir rêz bikin dê mijar gelek dirêj be.







Kurta qisê niha em di gotarekê de nikarin felsefeya Şarezoriyê gewre diyarbikin. Lewra Şarezorî weka ku me gava berê jî got hema hema li ser hemû qadên felsefeyê rawestiya ye. ne tenê li ser felsefeya rojhilata navîn di heman demê de li ser felsefeya yewnanan jî gelek rawestiya ye. Ji ber vê yekê felsefeya Şarezoriyê hêja di nivîsarekê de nayê vegotin. Ji xwe armanca me jî danasîna vî fîlozofê giranbiha ye. An jî heke em felsefeya wî vekin divê ji bo felsefeya wî herî kêm em deh dwanzdeh gotaran binivîsin da ku em karibin felsefeya wî bi temamî bidin naskirin. Lê ji ber ku ev mijar dirêj nebe tenê me bi kurtasî behsa felsefeya wî kir. Yên ku bixwazin vî fîlozofê giranbiha û felsefeya wî nasbikin dê karibin bi hêsanî di derbarê wî de we bigihînin çavkaniyan. Lewra îro di gelek zanîngehên tirkan de bi tayibetî jî di beşên îlahiyatê de akademîsyenan gelek lêkolîn li ser Şemseddînê Şarezorî kirine. Vî fîlozofê mezin him ji alî akademîsyenên Tirkan ve him jî ji alî akademîsyenên ewrûpayî ve baş tê naskirin lê mixabin kurd ji vî navî bê hay in. Ne ev nav tenê hê bi dehan ramangêr û fîlozofên me yên navdar û hêja hene. Lê ji ber ku me berê xwe nedaye wan û em li wan xwedî derneketine netewên din ew ji xwe re hesibandine û bi arava van navan ji xwe re dîrok û çand afirandine.



30.12.2013 02:44 | xendekî

7. FİLOZOFÊN KURD 7 - EYN-UL QUDAT HEMEDANÎ

Mihemed RONAHÎ



Ji fîlozofên kurdan yê felsefeya îslamê, navekî giranbiha û navdar yek jî Eyn-ul qudatê Hemedanî ye. Eyn-ul Qudat navnasê wî ye, navê wî yê berastîn Evdilla ye. Evdillayê kurê Mihemedê Elî. Weka ku ji kunyeya wî jî tê fehm kirin ji kurdekî Hemedanî ye di 1098'an de li Hemedanê hatiye dinyê. Ji ber ku di fiqha îslamê de pêşketî bûye û hê di bîst û du saliya xwe de di 1120'an de dest bi qazîtiyê kiriye jê re gotine Eyn-ul Qudat ango çavê qaziyan. Eyn-ul Qudat birastî jî xwediyê hişekî hêja bûye. Lewra digel ku wê demê ewqas zanyarên mezin û jêhatî di Hemedanê de dijiyan, qazîtiya wî bajarî ango hakimtiya wî bajarî di dest Eyn-ul Qudatê bîst û du salî de bû.



Eyn-ul Qudat ji ber fikr û ramanên xwe ciwanî hat kuştin. Wî jî weka Xellac felsefeya Wehdetul wucûdê di parast û ji ver van ramanên xwe ji alî desthilatdaran ve bi xedarî hate kuştin. Feqîtiya xwe ji dest seydayên mezin ên weka Umer Xeyyam, Ehmedê Xezalî û Şêx Mihemedê Hemayî derbas kir. Di avakirina felsefeya xwe de ji du navên mezin bandor girt: Xellacê Mensûr û Mihemedê Xezalî. Di felsefeya wî de tenê rêgezên Îslamî tuneye di heman demê de ji felsefeya yewnanan jî bandor girtiye û bi vî rengî felsefeya yewnanan xistiye nava felsefeya îslamê. Wekî ku me li jor jî hanî ziman wî jî weka Xellac di felsefeya xwe de wehdetul wucûd parastiye. Serqisê ev gotin ya wî ye “ Ew ê ku hûn wî xwedê dizanin, ew Mihemed e. Ew ê ku hûn wî Mihemed dizanin ew Xwedê ye.” Ev gotin dibe ku di halê sekrê de hatibe gotin. Lewra aliyê wî yê tesewwûfî gelek mezin bû. Lê dîsa jî, ji vê gotina wî nayê fehmkirin ku Mihemed (s.a.w) û xweda yek in an Mihemed (s.a.w) xweda ye. Bi vê gotinê armanca wî yekîtiya afirîner û yên afirî ye. Jixwe wehdetul wucûd jî li ser vê yekê ava bûye.



Eyn-ul Qudat di gel ku di sî û sê saliya xwe de ango temenekî ciwan de hatiye kuştin jî, li dû xwe berhemên hêja hiştine û di van berhemên xwe de felsefeya xwe bi awayekî diyar haniye ziman. Berhemên wî ev in:

1- Temhîdat

2- Zubdet-ul Heqayîq

3- Yezdan şinaxt

4- Mekatîp

5- Rîsaleyî cemalî

6- Şekvaul Xerîb



Her du kitêbên dawî ji nameyên wî pêk tên. Şekvaul Xerîb jî li zindanê nivîsiye. Dema ji alî desthilatdaran ve bi awayekî bêguneh hat girtin ev berhem nivîsî. Di Şekvaul Xerîb'ê de neçariya xwe ya li hember dadgerên bêînsaf tîne ziman. Vê berhema xwe ji bo zanyarên wê demê nivîsiye û di berhemê de ser gelek mijarên wê demê sekiniye. Ji aliyê din jî wekî ku ji navê berhemê jî tê fehmkirin berhem weka şikayetnameyekê nivîsiye ango gilî û gazincên xwe yên li hember desthilatdaran haniye ziman.



Kitêba wî ya ku bi navê Yezdan şinaxt hatiye nivîsîn ji sê beşan pêk tê. Bi farisî hatiye nivîsîn û tê de behsa mijarên îlahî, zanistên xwezayî û felsefeyê tê kirin.



Li ser Eyn-ul Qudat prof. Hamîd Dabaşî lêkolînên giran biha kiriye. Wekî din jî Civaknasê navdar Dr. Elî Şerîetî Eyn-ul Qudat weka fîlozof û zanayekî bêhempa daye nîşandan û gelek pesnê wî hildaye di pirtûka xwe ya bi navê Kevîr'ê de.



Nêrînên bawermendên reşbîn û bazirganên olê yê wê demê yê di derbarê Eyn-ul Qudat de herçî diçû bêtir tûj dibû û dengê bêtir bilind dikirin li hember wî. Serqisê digotin Eyn-ul Qudat dibêje dinya nehatiye afirandin, jixwe ji mêj ve afirandî bûye. Lê Eyn-ul Qudat di Şekvaul Xerîb'ê de dibêje min negotiye dinya nehatiye afirandin lê ji ber ku ez dibêjim her tiştî hebûna xwe ji xwedê girtiye her tişt wucûd e. Di sedemên daliqandina wî de bandora alim û zanyarên wê demê gelek mezin bû. Lewra ji ber ku ji sivikbûn û kûrbûna hişê wî dibihecîn li dijî wî gelek gotin digerandin. Jixwe dema Xellac hatibû daliqandin Eyn-ul Qudat jî li wir bû û hezkirineke wî ya mezin ji Xellac re hebû. Li dû daliqandina wî jî gelek peyv û gotinên wî bikardihanî. Hevokên wî tefsîr û şîrove dikir.



Eyn-ul Qudat ji ber ku xweş di axivî û ramanên xwe bi zimanekî xweşik dihanî ziman, di nava gel de gelek hatibû hezkirin. Êdî mirîdê wî çê bûbûn û her roj hejmara wan zêde dibû. Mirîdê wî ne tenê ji kesên nava gel û bêpergal bûn. Di nava mirîd û hezkiroxên wî de kesên weka wezîrê Selçûqiyan Ezîzeddîn Mustavfî jî hebûn. Ji ber ku navbêna Ezîzeddîn û wezîrê selçûqiyan ê din Qasimê dergûzîn xirab bû. Qasim rik li Eyn-ul Qudat girêda û weka gelek kesên din ku dabû kuştin, dê Eyn-ul Qudat jî bikuşta. Bi fen û fûtan piştgirî ji alimên wê demê girt û li hember Eyn-ul Qudat fitû da derxistin. Di derbarî wî de gotin di berhemê xwe de zindiqiyê dike û gelê bawermend jî bi fikr û ramanên xwe dijehrîne. Xwedatiya xwe îddia dike. Ji ber vê yekê di 1130'an de Eyn-ul Qudat birin Bexda'yê, nêzî salekê di zindanê de girtin û dû re hanîn Hemedanê di 1131'an de şeva 16'ê gulanê daliqandin. Dawiya wî jî weka hezkiriyê wî Xellac bûbû. Li dû daliqandina wî çêrmê wî guran û laşê wî jî şewitandin.



30.12.2013 02:43 | xendekî

6. FİLOZOFÊN KURD 6 - XELLACÊ MENSÛR

Mihemed RONAHÎ





Ji fîlozofên kurdan yên herî navdar yek jî Xellac e. Birastî di warê kurdbûna wî de çavkanî kêm in. Çavkaniyên heyî bi pirranî wî weka farisekî didin zanîn lê jixwe ne tenê Xellac her pênc fîlozofên ku (Zerdeşt, Manî, Mazdek, Dînawerî, Suhrewerdî) min felsefeya wan diyar kir û di warê jiyan û nijada wan de agahî da dest jî, weka farisan hatine diyar kirin. Birastî ev ne ji nezanî ye. Bi zanyarî xwedî li dîrok û kesayetên kurdan xwedî derdikevin û dikin ya xwe. Lewra naxwazin ku kurd bi mezinên xwe, bi dîroka xwe, bi çanda xwe zanibin. Heke kurd li dîroka xwqe varqile û bibîne ku bav û kalên wan di teşedana cîhana ramanî ya rojhilata navîn de çi bandor leyîstine, dê wê demê bêtir şiyar bin. Ji ber vê yekê weka zimanê wan, çanda wan, dîroka wan mezin û pêşengên wan jî ji wan tên veşartin. Serqisê van navên ku me li jor jimartine, faris lê xwedî derketine û kirine ramangêr û pêşengên xwe. Tirk li Molla Goranî, Akşemseddîn û hê bi sedan kurdên navdar xwedî derketine. Ereb li Zemaxşerî, Şarezorî, İbn-î teymiyye, İbn-î salah, Îbn-ul Esîr û hê bi sedan navan bûne xwedî. Niha divê em yek bi yek van mezin û pêşengên xwe nas bikin, ji nava destên wan der bixin û li wan xwedî der bikevin. Divê em ji nû ve wan bikin serîtacên xwe.







Niha em ê li ser jiyan û ramana Xellacê Mensûr rawestin. Vî zanayê mezin ku di dîrokê de weka Xellacê Mensûr hatiye naskirin, navê wî yê berastîn Huseynê kurrê Mensûrê Beydayê ye. Ji ber ku tevnejenî dikir, jê re hatiye gotin Xellac. Di 856'an de li Beydaya Îranê hatiye dinyayê. Ji malbateke Mazdekî ye. Kalê wî Muhamma bawermendekî Mazdekî bû. Bavê wî ola xwe guherandibû û bûbû misilman. Di warê kurdbûna wî de em dikarin niha navên çend lêkolîneran bidin. Wekmînak ji zanîngeha Lenkoran a Ezerbeycanê Prof. Masud Aliagaogli Mamedov, Prof. Louis Massignon (birastî Masîgnon li dor kurdbûna wî gelek diçe û tê lê ji sedî sed nabêje kurd e), Dr. Xelîl Cindî, Dr. Zurab Aloian, Îhsan Colemêrgî û hê em dikarin gelek nav û çavkaniyan bidin ji bo peyitandina kurdbûna Xellacê Mensûr.







Xellac fîlozofekî gelek kûr e. Di jiyan û felsefeya wî de rû**** dinyayê û tiştên dinyayî tuneye. Li gorî wî divê mirov ji hezkirina dinyayê û tiştên maddî neke dilê xwe, divê mirov nebe dîlê berjewendiyên daringî (maddî). Ya esil û bingehîn ne ev cîhan e, cîhana wateyê ye. Divê meriv ji vê dinyê bixelise û derbasî cîhana wateyê bibe. Xellac ji pêşengên felsefeya wehdetul wicûdê ye (yekîtiya heyînê). Ji ber vê yekê jî raman û felsefeya w îli dijî îslamê ye. Li gorî Xellac yê heyî û berastîn yek e. Ew yek jî xweda ye. tiştên din ên ku hene hemû hebûna xwe ji wî yekî digirin. Ji ber ku hemû tiştên heyî, hebûna xwe ji wî yekî digirin hemû tişt ew e. Ji ber ku min hebûna xwe ji wî girtiye ez jî ew im. Di nava min û wî de tu cudatî tuneye. Xellac ji ber vê baweriya xwe gotiye “Enel Heq” ango ez xweda me. Ev gotin jî bûye sedema kuştina wî. Bi rastî beriya vê gotina xwe jî heşt salan di zindanan de razaye.







Li gorî wî di cîhanê de mirin tuneye, guherîn heye. Meriv namirin tenê jiyana xwe diguherînin. Ji vê dinya derewîn û fanî derbasî dinya berastîn dibin. Ji ber vê yekê mirina mirovan ji nû ve bûyîna wan e. Ango jiyan di nava mirinê de ye. Lewma jî ji kujerên xwe re gotiye “ Min bikujin lewra jiyîna min di mirina min de, mirina min di jiyîna min de ye.”







Dîsa li gorî Xellac, kî ji zewq û şahiyên dinê dûr bikeve û berê xwe bi zelalî bide xwedê, dê bi xwedê re têkeve têkiliyê herçî vê têkiliya xwe bidomîne dê di vî warî de pêşkeve û dawî dê bi xwedê re bibe yek. Meriv bi ked û xebata xwe ya me'newî digihîje vê astê. Ev yek ne bi bijartineke yezdanî ye, kî xwe ji kêf û zewqa dinyayê dûr bixe û bi dilpakî xwe li xwedê bigire dê bigihîje vê astê. Ev ast jî pê bi pê ye. Meriv di carekê de nagihîje vê astê, sê merhale divên ji bo danûstendina bi xwedê re. Merhaleya yekemîn weka ku me li jor diyar kir divê meriv bi dilpakî berê xwe bide xwedê û xwe ji şahiya dinyayî dûr bixe. Li dû vê merheleyê meriv dê bigihîje dilpakiyeke derûnî. Li dû vê merhaleyê jî meriv dê êdî bi xwedê re bibe yek. Jixwe meriv bi gelek tayibetiyên xwe dişibe xwqedê. Serqisê xweda jir û zanaye, meriv jî wisa ye. Xweda dibihîse, meriv jî dibihîsin. Xweda dibîne, meriv jî dibînin. Mirov ji nod û neh sifatên xwedayê teala hemûyan jî bi xwe re digerîne. Bes ku li xwe varqile û xwe nas bike.







Xellac: Ez rûyê xwedê yê xûyabar im. Xweda rûyê min ê veşirî ye.







Birastî Xellac berdêla van gotinên xwe bi canê xwe da. Lê ew ehlê eşq û evînê bû. Ji wî re mirin ne xem bû. Lewra li gorî wî weka ku me li jor jî hanî ziman mirin vejîn bû. Asta wî ya felsefî di dema wî de nehat zanîn ji ber vê yekê jî jiyana xwe bi pirranî di nava astengî û tehdeyan de derbas kir. Lê dîsa jî ji baweriya xwe nema. Desthilatarên wê demê Ebbasî bûn. Di sala 922'yan de çend serhildanên Kirmatiyan çêbûn. Ebbasî ji van serhildanan gelek hêrs bûbûn û wezirê Ebbasiyan ê wê demê Hemîd ew jî weka Karmatiyekî nîşan da û bi vî rengî ew derdest kir. Di 22'yê adar a 922'an de Xellac bi awayekî ecêb hate kuştin. Bi zindî dest û lingên wî birrîn û laşê wî bi çarmixê va daliqandin. Laşê wî rojekê wisa ma roja din laşê wî jî şewitandin û xweliya wî avêtin çemê dicleyê. Li gor çavkaniyan gotina wî dawî ev bûye :







“wecê min niha zer bûye lê ne ji tirsan e ji ber ku xwîna min diherike wecê min zer bûye. Xwîna min li we heram e. Lewra ez li ser îman û îslamê me”



30.12.2013 02:42 | xendekî

5. FİLOZOFÊN KURD 5 - SUHREWERDÎ

Mihemed RONAHÎ







Di vê nivîsa xwe de em ê li ser fîlozofê kurd yê navdar û mezin Şihabeddîn suhrewerdî rawestin. Di felsefeya rojhilata navîn ya li dû îslamê de fîlozofê herî bandordar e. Bi fikr û ramanên xwe rê li pêş piraniya fîlozofên musilman û gelek fîlozofên ewrûpayî vekiriye. Niha gava me felsefeya wî ji we re diyar kir, hûn ê bibînin ku birastî jî gelek fîlozofên dû wî ji ramanên wî kedî bûne. Navê felsefeya wî weka ekolekê tê binavkirin. Felsefeya îşraqî an jî îşraqiyyûn felsefeya Suhrewerdî ye. Ango Suhrewerdî avakarê felsefeya îşraqî ye.







Navê wî Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek e. Kunya wî bi temamî wisa ye. Şêx Şîhabûddîn Ebû'l futûh Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek Suhrewerdiyê maqtûl. Ji ber ku di zanyariyê de pêşketî û deriyê gelek zanînên di tarîtiyê de vekiriye kunya wî bûye Ebû'l futûh, ango bavê yê ku deriyan vedike. Ji ber ku di dema xwe, di warê zanyariyê de hempayê wî tunebûye jê re gotine Şîhabûddîn, ango stêrka olê. Ji ber ku hatiye kuştin jî peyva maqtûl ango yê ku hatiye kuştin li navê wî zêde kirine. Lê ew herî zêde bi navê Suhrewerdî hatiye naskirin. Vî navê hanê jî ji warê xwe girtiye. Lewra bi eslê xwe ji Suhrewerd'a Îranê ye. Suhrewerd bajarokekî girêdayî Zencanêye, di nava Tebrîz û Tehranê de ye.







Suhrewerdî ji malbateke zana tê. Wekmînak apê wî zanyarê navdar Evdilqadirê suhrewerdî ye. Bave wî qazî bû û ji ber ku derew lê hat kirin, dema Suhrewerdî hê şeş mehî bû hate daliqandin. Wekî din jî em dikarin navê yekî gelek navdar bidin ku dîsa ji malbata Suhrewerdî ye. Akşemseddîn'ê mamosteyê Fatîh Siltan Mehmed neviyê Suhrewerdî ye. Akşemseddîn lawê Hemzeyê kurê Suhrewerdî ye. Di derbarê jidayikbûna wî de dîrokên cuda tên nîşandan. Lê bi gelemperî di warê jidayikbûna wî de dîroka nava 1115 û 1191'ê tê dayîn. Ew jî weka bavê xwe ji dest desthilatdarên wê demê tê kuştin. Lê yê ku wî dide kuştin kurdê herî navdar Selheddînê Kurdî (Eyyûbî) ye. Niha em derbasî felsefeya wî bibin.







Suhrewerdî bi navê felsefeya îşraqî (ronahî) felsefeyeke nûh ava kiriye û em dikarin bi hêsanî bêjin him li ser fîlozofên rojhilata navîn, him jî li ser fîlozofên ewrûpayî bandoreke mezin hildaye. Wekmînak Bergson, felsefeya xwe ya bi navê Instuisyonizm'ê ji ber Suhrewerdî hildaye û pêşva biriye. Çawa ku Suhrewerdî bandor daye fîlozofên dû xwe, wisa jî ji yên pêş xwe bandor girtiye. Herî zêde ji Zerdeşt û Mazdek bandor girtiye. Bingeha felsefeya Suhrewerdî li ser peyva ronahiyê ava dibe. Vê Zerdeşt girtiye û felesefeya xwe bi vê peyvê daye destpê kirin. Li gorî suhrewerdî meriv bi arava hiş û ramanê nikare bigihîje rastiyê. Ji bo bidestxistina zanîna berastîn pêjn û sirûş(îlham) divê. Mirov encax bi arava pêjn û sirûşê rastiyê kifş dike. Ehlê kifşê heçî dilê xwe pak bigire dê bêtir ji alema wateyê nêsîbî xwe bigire û bi vî rengî dê bigihîje ronahiyê. Suhrewerdî ronahiyê weka cewhera rastiyê dipejirîne. Li gorî wî em bi arava ronahiyê digihîjin heqîqetê. Weka kum e li jor jî hanî ziman, li gorî Suhrewerdî hiş û aqilê mirovan nikare wan bigihîne rastiyê. Ji bo têgihaştina rastiyê divê mirov çirûskekê di kûrahiya hundirê xwe de bibînên û bi wê çirûskê bigihîjin heqîqetê.







Suhrewerdî baweriyê bi cudatiya nav laş û giyanê tîne. Li gorî wî laş tarîtiyê, giyan jî ronahiyê sembolîze dike. Giyan bi me'newiyatê pêş dikeve. Divê laş jî bi rojî û bêxewiyê were sistkirin ku giyan azad bibe û bi cîhana me'newî re têkeve têkiliyê.







Suhrewerdî ramana pêjnî û ya rasyonel haniye ba hev. Li gorî wî zanîna rasyonel girînge lê bi serê xwe nikare bigihîje kûrahiya heyînê. Lewra heyîn ji zanînên me yên tixubdar gelek mezintir e. Ji ber vê yekê zanîna ku hişê meriv negihîjê encax bi arava pêjnê meriv karibe bigihîjê.







Em dikarin niha dûr û dirêj li ser felsefeya Suhrewerdî rawestin. Lewra Suhrewerdî li dû xwe gelek berhem hiştine. Hema em bi kurtasî ji van berheman çend heban li vir bînin ziman jî dê mijar gelek dirêj be. Ji bo vê yekê em ê niha tenê ji berhemên ku nivîsîne çend heban li jêr diyar bikin û nivîsa xwe li vir biqedînin. Heke hûn bixwazin di derbarê vî fîlozofê mezin de bibin xwedî agahî hûn ê karibin bi hêsanî xwe bigihînin çavkaniyan. Ez hêvî dikim ku ev nivîs dê bibe sedema qedirdayîna vî fîlozofê kurd ê navdar.







Suhrewerdî di jiyana xwe ya watedar de sed û du berhem nivîsî ye. Ji van sed û du berheman bîst û çar heb wendayî ne. Niha ez ê li jêr navê çend berhemên wî binivîsim. Ev berhem bi serê xwe dê mezinahiya Suhrewerdî nîşanê me bide.







1- Aqilê sorx 2- Allamul xuda we aqîdetu ehlî tuqa 3- Bostanul qulûb 4- El elwahul imadiyye 5- Heyakilû'n nûr 6- Fi Hâleti't-Tufûliyye 7- Hikmetu'l-İşrâq 8- Istilâhâtu't-Tasavvuf 9- Qissatu'l-Xurbeti'l-Xarbiyye 10- Kitabu'l-Lemehât 11- Kitabu't-Telvîhât 12-Lugat-i Mûrân 13- el-Meşâri' ve'l-Mutârahât 14- el-Muqâvemât 15- Pertev-Nâme 16- Risale-i avazi per-i Cebraîl 17- Risâle Fi İ'tiqâdi'l-Hukemâ 18- Risâletu'l-İbrâc 19- Risâle Mûnisu'l-Uşşâk 20- Risâle-i Safîr-i Sîmurg 21-Risâle -i Yezdân-i Şinaht 22- Rûzi Bâ Cemâati Sûfiyân 23- Terceme-i Risâletu't-Tayr 24- el-Ecvibetü's-Sühreverdîyye 25- el-Erbeûn el-İdrîsiyye 26- Cezzâbu'l-Kulûb 27- Divânu's-Sühreverdîyye 28- Divânu's-Sühreverdîyye 29- Havâssu'l-Hurûf 30- el-Hikem fi Hurûfi'l-Mu'cem 31- Hikmetu'n-Nâsik fi'l-Menâsik 32- Kavâ'idu'l-Hikmiyye 33- Kavânînu'l-Hakâik 34- el-Kelimâtu'z-Zevkiyye ve'n-Nuketu'ş-Şevkiyye 35- Keşfu'l-GÛtâ li İhvâni's-Safâ 36- Kitâbu'l-Fütüvve 37- Külliyyât-Û Sühreverdîye 38- el-Lâhutiyye fi Envâri'l-Melekûtiyye 39- Makâmâtu's-Sûfiyye 40- Me'âricu'l-Elbâb fî Keşfi Müdâveleti'l-Efrâd ve'l-Aktâb 41- Menyelu'l-İs'âf ve'l-İs'âd fi Tahmîsi Bânet Su'âd 42- Mesâil Se'eleha Ba'du Eimmeti Hurasân Li'ş-Şeyh es-Sühreverdî 43- Münâcât-Û Şihâbeddin-i Sühreverdiyye 44- er-Rahîku'l-Mahtûm 45- Risâle Der Tarîk-i Sülûk 46- Risâle fi'l-Cism ve'l-Hareke ve'r-Rubûbiyye ve'l-Me'âd ve'l-Vahy ve'l-İlhâm 47- Risâle fî Fakr ve Mekâ'idu'n-Nefs 48- Risâle fi'l-Hikme 49- Risâle fî Hudûdi'l-Hukemâ 50- Risâle fi Şerhi'l-Fakr 51- Risâle fi't-Tasavvuf 52- Risâle fî Tecrîd 53- Risâle fî Vasfi'l-Ukûl 54- Risâle fi Zemmi'd-Dünyâ ve Medhiİ'l-Fakr 55- Risâletu'l-Hâiri'l-Vâcid ile's-Sâiri'l-Mâcid 56- Risâletu'l-Halvâ 57- SÛfatu'l-Halveti ve Adâbihâ 58- Şeceretu'l-Fütüvve li Ehli'l-Mürüvve 59- Şerhu Esmâi'l-Erbeîni'l-İdrîsiyye 60- Şerhu Makâmâti's-Sûfiyye 61- Tahmîsu'l-Burde 62- Tefsîru Sûreti'r-Rûm 63- et-Tenkihât fi Usûli'l-Fûkh 64- el-Vâridât ve't-Takdîsât 65- El-Vasâyâ li Yahyâ bin Habeş es-Sühreverdî.



 



30.12.2013 02:38 | xendekî

4. FİLOZOFÊN KURD 4 - DÎNAWERÎ

Mihemed RONAHÎ



Me di her sê nivîsên xwe yên di derbarê felsefeyê de, behsa felsefeya kurdan ya serdema kevnar kir. Niha jî em ê derbasî felsefeya serdema navîn bibin. Dîroka felsefeya kurd em ê di bin sê sernivîsan de bigirin dest. Ya yek felsefeya serdema pêşîn, ya din felsefeya serdema navîn û ya dawî jî felsefeya serdema nêzîk e. Di dîroka felsefeya kurdan ya kevnar de navê sê fîlozofên mezin me diyar kir. Zerdeşt, Manî û Mazdek. Niha jî em ê derbasî felsefeya kurd ya serdema navîn bibin.



Felsefeya serdema navîn bi îslamê destpê dike. Bi belavbûna îslamê re di demeke kurt de rojhilata navîn dikeve bin bandora îslamiyetê. Îslamiyet di hiş û mêjiyên bawermedê xwe de ne tenê bîr û baweriyekê, di heman demê de hişmendiyekê jî ava dike û bi arava vê hişmediyê di demeke gelek kurt de dibe şaristaniyeke mezin. Ji hemû qewm û nijadan mirov baweriya xwe bi îslamê tînin û dibin endamê vê şaristaniyê. Birastî meriv dikare bêje Îslam li her derê bi hêsanî hatiye pejirandin û hemû gelan bi dilxwazî berê xwe dane vê olê. Lê li medyayê jî li îranê jî û hê li gelek derên din jî, îslam li dû şer û kuştinên mezin hatiye pejirandin. Serqisê li kurdistanê li dû gelek şer û serhildanê giran îslam dikeve nava vê erdnîgarê. Weka serhildanên babek û xurremiye gelek serhildanên din tên dayîn. Lê dawiya dawî gel îslamiyetê dipejirîne. Li dû pejirandina îslamiyetê jî, bi tayibetî di warê zanîn û zanistê de gelek pêşketinên mezin çê dibin. Gelek zanyar û fîlozofê mezin derdikevin. Lê meriv dikare bi hêsanî bêje tevahiya van zanyar û fîlozofên kurdistanî her çiqas di bin felsefeya îslamê de hiş û mêjiyên xwe bimeşînîn jî ji bandora her sê fîlozofên medyayî yên kevnar nefilitîne. Felsefeya fîlozofên kurdistanê her tim di nava xwe de fikr û ramanên her sê fîlozofên medya kevnar stirandine. Niha bi vê nivîsê re em ê derbasî van fîlozofên kurdistanê yên serdema navîn bibin.



Di nava fîlozofên, felsefeya serdema navîn ya kurdistanê de navê yekemîn ebûl henîfe yê dînawerî ye. Em ê felsefeya serdema navîna a kurdistanê bi Ebûl henîfe Ehmed ê kurê dawidê Dînawerî bidin destpê kirin. Birastî di kurdistanê de felsefeya serdema navîn bi awayekî sîstematîk, bi Şihabuddîn Suhreverdî destpê dike, lê ji ber ku Dînawerî çixir li pêş Suhrewerdî û fîlozofên dû Suhrewerdî kolaye û rê li pêş wan vekiriye, em ê bi Dînawerî destpê bikin. Ki ye Dînawerî?



Navê wî Ebûl Henîfe Ehmedê kurê Dawidê kurê Wenand e. Ev navnasa wî ya dirêj e. Lê di nava ehlê îlm û zaninê de, bi tayibetî jî di nava ehlê medresê de weka Dînawerî tê naskirin. Navê xwe ji cîhê jidayikbûna xwe digire. Di 820"an de li Dînawerê (Deynûr) jidayik dibe Dînawer niha girêdayî kurdistana îranê ye. Li Kermaşanê (Kermanşah) li ser rêya hemedanê ye. Dînawerî ji nava zanyarên kurdistanê yên mezin ê ewilî ye. Îslam di 632-634"an de tê kurdistanê lê zû bi zû di nava gel de nayê pejirandin. Weka ku me gava berê li jor jî got em vê yekê di serhildana Babekê Kurd de jî dibînin, ji 813"an destpê dike heya 816"an didome ev serhildan. Yên ku di vê serhildanê de cîh digirin jî tev Ezerî, Ecem, Kurd û gelên din ên Mazdekî ne. Ji ber vê yekê diyar e ku îslam heya 150-200 salan jî, hê bi tevahî di nava gel de rûneniştiye. Di erdîgareke wisa de bapîrê Dînawerî wenand jî baweriya xwe diguherîne û dibe musilman. Ango Dînawerî bi malbatî ji nifşa xwe ya duyemîn û vir de musilman e.



Niha em werin ser xebat û ramanên Dînawerî. Ez nêzî du mehan e li ser Dînawerî lêkolînan dikim û di derbarê jiyan û xebatên wî de li agahiyan digerim. Ji gava ku min dest bi lêkolîna jiyana wî kiriye heya îro ez li hember mezinahiya wî wisa heyirîm ku, birastî min jixwe û ji lêkolîner û rewşenbîrên beriya xwe fedî kir ku heya niha zanyar û fîlozofekî mîna Dînawerî hê me bi kurdan nedaye naskirin.



Dînawerî zanyarekî pirralî ye. Ne tênê li ser qadekê du qadan di gelek qadan de çixir kolaye û rê daye pêş zanyarên dû xwe. Di warê riweknasiyê (botanîk) de, di warê zoojojiyê de, di warê zimanzaniyê (fîlolojî) de, di warê tipê de, di warê mantiqê de, di warê dîrokê de, di warê erdnîgariyê de, di warê astronomiyê de, di warê meteorolojiyê de, di warê matematîk û mekanîkê de berhem nivîsîne û van berhemên wî ji alî zanyarên mezin ên dû wî weka çavkaniyên herî bi bawerî hatine bikarhanîn. Di heman demê de avakarê îlmê qethiyetê ye. Di nava Ereban de weka bavê riweknasiyê hatiye bi navkirin. Ji ber ku bi pirralîbûna xwe bala gelek zanyarên biyanî kişandiye, gelek zanyarên biyanî li ser lêkolîn kirine. Li ewrûpayê weka di derdora zanistî de weka “dehayê kurd” tê naskirin. Yekem car wî li ser dîrok û antroplojiya kurdan lêkolîn kiriye û bi navê “ensab el-ekrad” berhemek nivîsiye. Di vê berhema xwe de ji dîrokên kevnar heya roja xwe bav û kalên kurdan girtiye dest. Dîsa di dîrokê de yekem car wî xerîtaya kurdistanê xêz kiriye. Navê kurdistanê di xeriteya xwe de bikarhaniye.







Di pirtûka xwe ya “kitab el-nebat” ê de navê riwekên kurdistanê bi kurdî girtiye. Dîsa di warê astronomiyê de ewqas pêşve çûye ku xebatên wî tenê bi berheman tixubdar nemaye di heman demê de nêrîngeheke jî avakiriye (çavdêrxane,rasatxane). Niha em di vê nivîsê de çiqas pesnê wî hildin dê dîsa jî hindik bimîne ji bo wî, lewra ne tenê di nava kurdan de meriv dikare bi hêsanî bêje di nava şaristaniya îslamê de ji zanyarên herî bi rûmet yek e. Lê mixabin îro ji ber ku lê nehatiye xwedîderketin, ji bilî çend kesên zanînhez bêtir kes bi navê wî jî nizane. Ez niha li ser fikr û felsefeya wî, li ser jiyan û xebata wî dûr û dirêj rawestim belkî berhemeke dûr û dirêj karibim li ser binivîsim. Lê ji ber ku pêdivî bi kurtgirtina mijarê heye. Ez ê niha tenê berhemên ku wî nivîsîne ji we re diyar bikim û nivîsê biqedînim.



Berhemên ku di derbarê zanistên matematîk û xwezayê de nivîsîne



1- Kîtab el-cebr we muqabîle (pirtûka cebîrê)

2- Kîtab el-nebat (riweknasî)

3- Kîtab el-kusuf (rojgirtin)

4- Kîtab el-redd ela reşad el-îsfexanî(astronomî)

5- Kîtab el-hîsab (arîtmetîk)

6- Baxt fî hîsab-el hind ( lêkolîna arîtmetîka hindistanê)

7- Kîtab el-cem wel tefrîq(arîtmetîk)

8- Kîtab el-qîble wel zîwal (astronomî)

9- Kîtab el-enwa (meteorolojî)

10- İslahel mantiq (mantiq)



Berhemên wî yên di warê zanistên civakî de



1- Îxbar ul-tîwal (dîrok)

2- Kîtab el-kebîr (dîroka zanistê ya mezin)

3- Kîtab ul-fîsaha(retorîk)

4- Kîtab ul-buldan(erdnîgarî)

5- Kîtab ul-şi"r we şûara(wêje)

6- Ensab ul-ekrad (dîroka kurdan)



 



30.12.2013 02:37 | xendekî

3. FİLOZOFÊN KURD 3 - MAZDEK

Mihemed RONAHÎ



Di teşedana raman û felsefeya mezopotamyayê û rojhilata navîn de em li ser du fîlozofên Kurd sekinîn yê yekemîn Zerdeşt bû, yê duyemîn jî Manî bû. Niha em dê li ser fîlozofê sêyemîn Mazdek rawestin.



Her sê fîlozofên medyayî li ser ramana cîhanê gelek bandordar bûne. Fîlozofên dû wan bi pirranî bandor ji wan girtine. Ji ber Zerdeşt û Manî li dû xwe berhemên nivîskî hiştibûn me bi hêsanî behsa felsefeya wan kir û di derbarê jiyana wan de jî agahiyên misoger em dikarin bidin dest xwendekarên xwe. Lewra serqisê kitêba Zerdeşt avesta heye û di wê kitêbê de zimanê Zerdeşt zimanê kalikên Kurdan avestayî ye. Zerdeşt bi wî ziManî felsefeya xwe haniye ziman. Manî jî dîsa bi zimanê Kurdî yê kevnar şeş kitêb nivîsîne (zimanê Manî bêtir nêzî Kurdiya nûjen e). Ji ber vê yekê meriv di di derbarê her du fîlozofan de dikare bi hêsanî bibe xwedîzanîn. Lê Mazdek ne wisa ye. Di warê jiyana wî de çavkanî gelek kêm in. Çavkaniyên ku hene jî behsa felsefeya wî dikin û ji bo nijada wî jî dibêjin îraniye. Jixwe ne ji bo wî tenê ji bo Zerdeşt û Manî jî wisa dibêjin pirraniya çavkaniyan. Lê dema hûn lêbikolin hûn dê bibînin ku her sê jî Kurd in. Niha em ê di vê nivîsê de qasî ku me lêkolaye û xwe gihandiyê, ji we re jiyan û felsefeya Mazdek bi kurtasî binivîsin.



El Bîrûnî navê Mazdek weka “mazdak bin hemedadan” dide. Û dibêje ji nasa ya hemedanê ye. Di gelek çavkaniyên din de jî Mazdek wisa tê danasîn. Navê bavê wî bandad e. Di dîroka Mezopotamyayê de bandora Mazdek gelek mezin e. Bandora ramana wî hê jî di nava Kurdan de heye. Wekmînak Mazdek hê jî li Kurdistana başûr di nava êla xoşnavan de weka ezîzekî tê zanîn. Mazdek navekî Kurdiye. Serqisê di Kurdiyê de navê xwedê yezdan, êzdan, ezdan, xweda ye. Dema hûn li rehên van peyvan binêrin hûn di bibînin ku ev peyv ji van peyvan pêktê:ez-da ango wî ez dame, xwe-da ango wî min bixwe daye, maz-da ango em dane, ango ezdan jî xwedan jî tê wê wateyê ku wî ez dame an em dane. -ek û -ik jî weka ku hûn dizanin di Kurdiyê de qertafa biçûk kirinê ye. Ango Mazdek tê wateya xwedayê biçûk. Dîroka ji dayîkbûna wî baş nayê zanîn di vê mijarê de her çavkaniyek dîrokekê dide. Lê di sedsala pêncan de jiyaye û di çar sed u nod u nehan de hatiye kuştin.



Mazdek di avakirina felsefeya xwe de her çiqas bandor ji Zerdeşt û Manî girtibe jî wî felsefeya xwe di qadeke cûda de pêkhaniye. Niha em derbasî felsefeya wî bibin. Mazdek bavê ramana komînîzimê ye. Di cîhanê de yekem car ramana komînîzimê bi Mazdek destpê kiriye. Di dîrokê de wekheviya mirovan û hevpariya mal û milk yekem car ji alî Mazdek ve hatiye parastin. Li gorî Mazdek weka avê, axê û hewayê divê mal û milk, dirav jî hevpar biya di nava mirovan de. Vê ramana Mazdek ne tenê li mezopotamyayê û li rojhilata navîn di heman demê de li cîhanê jî di nava gelek fîlozof û ramangêran de hate parastin. Wekmînak Thomas Moore, Karl Marx û Babuef jî dû re heman raman parastine. Dîsa li gorî Mazdek divê malê kesî ji kesî ne zêtir be. Divê malê her kesî hebûna her kesî weka hev be. Divê desthilatdariya mirovan li ser mirovan tunebe. Tev wekhev û hevpar bin. Ji bo vê yekê jî divê meriv ji dewelemendan bigire û li hejaran belav bike.



Mazdek ji ber van ramanen xwe gelek zext û astengî dît. Him ji alî keşîşên Zerdeştiyên ku bikarhanîna perestgeh û axên perestgehan di dest wan de ne, him jî ji ali xwediyê axên fireh dikhan'an ve bi nave zindîqiyê hate binavkirin. Lewra di wê civakê de ew xwedî mal û milk bûn û bawerî û felsefeya Mazdek jî li hember rewşa wan bû Lewra heke bi gotina Mazdek biya diviyabu dikhan û keşîşan mal û milken xwe li hejaran belav bikirana.



Di baweriya Mazdek de du rêgezên destpêke hene. Ronahî û tarîtî. Ronahî zanayiyê, hestê û vîna azad dide pênasîn. Bi gotineke din van têgehana bi ronahiyê tên destxistin. Tarîtî jî nezanî û korahî ye an jî afirînerê nezanî û korahiyê ye. Di Mazdekîzimê de sê hêmanên bingehîn hene. Av, agir û ax. Ronahiyê û yén ku ji ronahiyê pêk tên xweda diafirîne. Tarîtiyê û yên ku ji tarîtyê pêktên jî şeytan diafirîne. Xwedayê ronahiyê li cîhana herÎ jorîn li ser textê xwe rûniştiye û li pêş wî jî çar hêz hene. 1- Darizandin 2- Fehmkirin 3- Veşartin 4- Coş (şahî) van her çar hêzên xwe jî daye çar kesan 1- Mobad (darêzgerê sereke) 2- Herbad (rê dide ber fehmkirinê) 3- Serpahhad (serfermandar) 4- Ramîşgar (hosteyê kêf û coşê)



Xwediyê van her çar hêzan,bi heft wezîrên nava xêzika (ku dwanzdeh hêzên giyanî wan digerine) kargeriya cihanê dikin.



Mazdek bi tayibetî bi arava ramanên xwe yên civakî xwe bi komên mezin daye pejirandin. Şahê sasaniyan Kawayê I. jî di pêşiyê de li Mazdek xwedî derket u fikrên wî pejirand. Lê Mazdek bi fikrû ramanên xwe edî hingî mezin bûbû ku bawermendên wî hema bêjin li piraniya Kurdistan, Îran, Ezerbeycan, Teberistan û Anatolyayê çê bûbûn. Mazdek êdi ji Kawa jî mezintir bûbû bi hêa xwe. Di 469'an de Mazdekiyan Kawa ji text daxistin û xistin zindanê. Kawa bi awayekî ji zindanê revî û xwe avêt paş Heftalîtan (akhunlar). Di 499'an de Heftalîtî bi sîh hezar leşkeran çûn ser Mazdek û alîgirên wî. Mazdek hate girtin ew û alîgirê xwe hatin kuştin.



Mazdek li dû mirina xwe bandoreke mezintir afirand. Li dû mirina wî raman û felsefeya wî ji alî jina wî Xurrem ve hate belavkirin di nava gel de. Bi arava Xurremê fikrên Mazdek ji nû ve belav bûn. Li dû mirina Xurremê navê Mazdekîzmê weka Xurremiye hat binavkirin. Baweriya Xurremiyeyê di dema îslamê de bandoreke mezin li ser rojhilata navîn kir. Wekmînak Babekê medînanî ji vana yek e. Babek bi ramanên Mazdekî-Xurremî qasî bîst salan bû bela serê Ebbasiyan.



Kurta qisê ji fîlofên medyayî yên beriya îslamê yek jî Mazdek bû. Mazdek ji sê fîlozofên mediyayî yê sêyemîn bû. Her çiqas niha neyê zanîn jî, Mazdek jî herî kêm weka Zerdeşt û Maniyê Medyayî di teşedena ramana cîhanê de roleke gelek girîng lîstiye. Bi fikr û ramanên xwe yên wê demê weka avakarê komînîzima kevnar hatiye naskirin Mazdekê Medyayî.



30.12.2013 02:36 | xendekî

2. FİLOZOFÊN KURD 2 - MANÎ

Mihemed RONAHÎ







Me di nivîsa xwe ya yekem de gotibû felsefeyê bi kurdan destpê kiriye û ji bo peyitandina vê angaştê jî me Zerdeşt mînak dabû ku du hezar û şesed sal berê çawa bi fikr û ramanên xwe rê li ber fîlozofên yewnanî vekiribû.







Niha di vê nivîsê de jî em dê li ser fîlozofê kurd yê duyemîn rawestin. Fîlozofê kurd yê duyemîn Manî ye. Navê bavê Manî Fatak babak e. Bavê wî kurdekî medî ye. Ji ecbatanayê (hemedan) ye. Navê dê ya wî Marmarjam e. Manî di 14'ê avrêl a 216'ê dawiya zayînî de, li mêrdîna babîliyan jidayik bû. Manî rêyeke nû li pêş bawermendên xwe vekir û fikr û ramanên wî hema bêjin li hemû cîhanê belav bû. Ji çînê heya hindê,ji îranê heya tirkistan û kafkasan, ji efrîqayê heya romayê di bin bandora fikr û baweriya Manî de man. Her çiqas felsefeya Manî bi pirranî ji Zerdeşt, Bûda, Hz.Îsa û çanda mîtraî bandordar bûbe jî, Manî felsefeyeke taybet lidar xistiye. Niha em derbasî felsefeya Manî bin.







Manî felsefe û ramana xwe di kitêbên xwe de haniye ziman. Şeş kitêb nivîsiye:







1- Sahberden



Manî di vê kitêba xwe de behsa mirovên nebaş dike. Behsa ehrîmen dike ku ehrîmen çawa dikeve nava wan û wan dixapîne.







2- Sendokojîne



Di vê kitêbê de Manî behsa çeyiyan û mirovê çê dike. Behsa dilşadiya mirovê ronakbîr û di ronahiyê de dike.







3- Riya rast



Weka ku ji navê pirtûkê jî tê fehm kirin Manî di vê pirtûkê de behsa riya rast û yên di riya rast de dike.







4- Olperestî



Manî di vê pirtûkê de behsa paqijiya dil, bawerî û ramanê dike.







5- Veşartî



Behsa peyamber û olên wê demê û berê wê demê dike.







6- Nivîsa gernasan



Manî di vê kitêba xwe ya dawî de behsa mêrxas û lehengan dike. Yên ku ji bo welatên xwe heya mirinê şer kiribin û di ber xwe dabin dike.







Van kitêbên ku me li jor jimartin ji alî Manî ve hatine nivîsandin û digel ku ji navên wan jî tên fehm kirin ji sedî sed kurdî ne. Manî baweriya xwe di van berhemên xwe de diyar kiriye. Baweriya xwe bi awayekî olî haniye ziman. Ji ber vê yekê jî weka pêxemberekî hatiye zanîn û felsefeya wî jî weka olekê hatiye dîtin. Serqisê deh fermanê Manî ji bawermendê wî re hene. Van fermanên wî bi awayekî dişibin deh fermanên Hz.Mûsa. Van fermanên wî jî ev in.







1- Bawerî bi dîrokê ango dema borî hanîn

2- Bawerî bi dema pirxwedayî yê hanîn

3- Xwe ji derewan parastin

4- Nebaş nebûyîn

5- Qedexekirina xwarina goşt

6- Çavbernedana namûsa yekî din

7- Dizî nekirin

8- Ji bo jihevdanalîkirina rastî û sêhrê xwendin

9- Di nava civakê de xwedî bawerî bûn

10- Di karê xwe de guhsûkar û keslan nebûn







Ji ber van fermanan weka pêxemberekî tê zanîn lê gava meriv li ramanên wî baş binêre meriv dê bibîne ku felsefeya xwe kiriye ol. Weka konfuçyus û bûda.



Felsefeya Manî felsefeyeke dualîst e. Li gorî Manî qencî ronahî û gîyan e. Neqencî jî Tarîtî û laş e. Ji ber vê dibêje ku, di xwezayê de qencî û neqencî bi hev re ne. Ji ber vê mirov bi xwe jî ji gîyan û laş hatîye çêkirin. Birastî ev dualîzm di Zerdeşt de jî heye. Di gelek waran de bandor ji Zerdeşt girtiye lê her çiqas bandoreke mezin jê girtibe jî gelek cudatî di nava felsefeya wan de heye. Wekmînak li gorî Zerdeşt laşê meriv gelek girîng e û divê meriv baş lê binêre. Lê ji bo Manî tu taybetiya laş tuneye divê laş were eciqandin. Bi êş û eleman divê laş bihata terbiyakirin. Lewra bilindbûna giyan di dest êşkişandina laş de ye. Giyan di nav laş de zindanî ye û divê bi vê aravê were rizgarkirin. Armanca mirovan ya sereke şerkirina li dijî hêzên tarîtiyê ye. Alîkariya ronahiyê ye.



Li gorî Manî zordarî ji gunehên mezin e divê meriv bi xweşbînê tevbigere. Kes ji kesî çêtir û rasertir nîn e.



Weka ku me li jor jî hanî ziman fîlozofê kurd Maniye Mêrdînî bi felsefe û ramana xwe ji pêşiya gelek fîlozofên din ronî kiriye û gelek fîlozofan ji ramanên wî bandor girtine serqisê ji vana yek fîlozofê ewrûpayî yê mezin Augustinus e.







Manî di jiyana xwe de felsefeya xwe neda pejirandin gelek tehde û astengî dît. Di dema wî de cîhan ji alî çar împaratoriyên mezin ve hatibû parvekirin. Sasanî, Çînî, Romaî û Asûrî. Di dema xwe de fikrên wî rûmet nedît. Behramê yekemîn ê şahê sasaniyan Manî li çarmêx xist,dû re laşê wî çêrm kir, ka kir laşê wî û di nava bajêr gerand ji bo çavtirsandina hezikiriyên wî.



Lê li dû mirina manî felsefeya wî di di gelek welatan de bû baweriya fermî weka tirkên ûygûrî.



30.12.2013 02:35 | xendekî

1. FİLOZOFÊN KURD 1 - ZERDEŞT

Mihemed RONAHÎ



Di jiyana mirovan ya entellektuelî de asta herî bilind felsefe ye. Felsefe xebateke derûnî ye. Mirovê kevnar neçariya xwe ya li hember xwezayê bi arava felsefeyê têkbiriye û hatiye vê demê. Lê mirovan ji demên kevnar heya îro, hê pirsgirêkên xwe yên felsefî neqedandine û dê neqedînin jî. Lewra heya mirov hebe pirsgirêk dê hebin û heya pirsgirêk hebin felsefe dê hebe. Ji ber vê yekê meriv dikare bêje felsefe mertalê mirovan yê li hember neçariya wî ya heyînî (ontolojîk) ye. Bi arava felsefeyê xwe ji van pirsgirêkên heyînî diparêze. Ne tenê di warê heyînî de, di heman demê de di warê zanînê de,di warê civakê de di warê hebûn û tunebûnê de kurta qisê di hemû warên di derbarê mirovan û mirovahiyê de felsefe şewqê dide pêş hezkiroxên xwe û rêya wan ronî dike.



Ji ber ku felsefe asta şaristanî û çanda netewan ya herî bilinde,hema bêjin hemû netewên mezin û kevnar li felsefe û fîlozofan xwedî derdikevin û wan ji xwe re dihesibînin. Serqisê ewrûpayê îro hingî xwe li felsefeyê kiriye xwedî,gava behsa felsefeyê tê kirin meriv dibêje qey ji fîlozofên ewrûpayê bêtir tu fîlozof dernektine li dereke din. Heta felsefeyê jî bi şaristaniya xwe ya kevnar a yewnanan didin destpêkirin. Ya xirab jî tu zana û entellektuelên cîhanê yên netewên din jî li hember vê yekê deng nakin û ew jî dipejirînin. Wekmînak li Tirkiyê gava hûn li kitêbên ciwanên lîseyî dinêrin,perwerdehiya neteweyî ya Tirkiyê di mufredata lîseyan ya felsefeyê de,felsefeyê ji yewnanan dide destpêkirin. Ne tenê li Tirkiyê weka ku me li jor jî got li dewletên din jî rewş wisa ye. Felsefeyê ji yewnana kevnar didin destpêkirin. Fîlozofên ewil jî wek Thales, Anaximandros, Anaxsimenes didin naskirin. Lê ev xap a ewrûpayîyan e. Felsefe ji mezopotamyayê destpêdike û fîlozofê ewil jî Zerdeşt e. Vê yekê ne ku ez dibêjim fîlozofê wan ê herî navdar Nietzsche jî dibêje û dipejirîne. Ne tenê Nietzsche hemû ji Zerdeşt re dibêjin “Zerdeşt fîlozof e” lê felsefeyê ji şaristaniya xwe didin destpêkirin. Ma dema ku Zerdeşt fîlozof be û beriya van fîlozfên wan ên ewil jiya be çawa felsefe ji yewnanan destpê dike?



Ez dixwazim niha li ser vê mijarê rawestim. Ev yek rastiyeke misoger e. Birastî tu kes nikare vê rastiyê înkar bike,lê ji ber ku dewleteke Kurdan tuneye Kurd nikarin di warê zanistî de bi awayekî navnetewî xwe bînin ziman û tu dewletek din jî li vê rastiyê xwedî dernakeve. Heke zanîngehên Kurdan hebiyana gelek rastiyên dîrokî yên weka vê rastiyê derketa holê. Çiye ev rastî? Rastî ev e ku, li ser rûyê cihanê felsefe bi bav û kalên Kurdan destpêdike û fîlozofê ewil jî Zerdeşt e. Niha em dê fikr û ramanên wî,felsefeya wî pêşkeş bikin. Hûn dê bi awayekî zelal bibînin ku fîlozofên yewnanan yên ewil fikrên xwe ji ber felsefeya wî stendine.



Zerdeşt fîlozfekî Kurdistanî ye. Beriya zayînê li dora şesedî jiyaye. Digel ku di warê jiyana wî de gelek dîrokên cuda tên nîşandan jî,bi pirranî dîrokzanên îranî jiyana wî di 660 ê berê zayînî de dipejirînin. Li herêma urmiyê ji dayik bûye. Bi eslê xwe medî ye. Felsefeya Zerdeşt li ser nakokiyan e. Li gorî felsefeya Zerdeşt di jiyanê de her tişt bi dijraberê xwe tê nasîn. Wekmînak baş û xirab,tarîtî û ronahî,şev û roj,hejarî û dewlemendî,zanayî û nezanî. Dijraberê hev in û di nava wan de her tim şer heye. Li ser mirovan jî wisa dibêje Zerdeşt. mirovan dike sê beş: Laş, hiş, giyan (rih). Laş: Laş ji elementan pêk tê. Goşt û hestî ji axê ne. Piştî mirinê, laş li rastiya xwe vedigere û car din dibe ax. Xwîn û ava di laş de jî herweha li rastiya xwe vedigerin û car din dibin av. hilm ji hewayê ye. Piştî mirinê ew jî li xwe vedigere û dibe hewa. Giyan dibe sedema tevgera laş. Hiş: Hiş dibe sedema înkarnasîyonê û hesabê roja paşîn (qiyametê). Di jiyana piştî mirinê de, mirov çi kiribe, bi rêya hiş ew tişt derdikevin pêşiya mirov. Heke mêr başî kiribe, başiya wî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke ciwan û rind û derdikeve hemberî wî. Heke xerabî kiribe, ew xerabî jî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke gelek ne xweşik û derdikeve hemberî wî. Ji bo jinan jî heman tişt dibe. Başiya wan di bedena xortekî ciwan û rind de, xerabiya wan jî di bedena xortekî gemar, pîs û şindokê mêran de derdikeve hemberî wan. Bi laş re hiş jî dimire. Giyan: Ew ji bedenê cudatir e û ne element e. Giyan ji Ahura Mazda ye û nemir e. Roja dawî, ew jî li rastiya xwe vedigere û dibe Ahura Mazda.



Li gorî van gotinên Zerdeşt bi awayekî gelek zelal em dikarin bêjin ku ramana diyalektîkê bi Zerdeşt destpê dike. Lê di mufredata îroyîn de bavê diyalektîkê wek Herakleitosê yewnanî tê nîşandan. Ya rastî Zerdeşt sed sal beriya herakleitos behsa diyalektîkê kiriye. Van ramanê Zerdeşt ji mezopotamyayê barî yewnana antîk kirine. Ne tenê mijara diyalektîkê,Zerdeşt di felsefeya xwe de cîhekî bi tayibet dide agir jî li gorî wî agir ji rojê perçeyek e û giyanê ahura Mazda bixwe ye. Li gorî Zerdeşt agir kaniya jiyanê ye û pîroz e. Ne tenê agir,Zerdeşt girîngiyeke mezin dide avê,axê û bê jî. Van ramanên wî jî dîsa li yewnana kevnar ji aliyê fîlozofên ewil yên xwezayê hatine bi kar hanîn. Serqisê herakleitos him diyalektîkê him jî ramana pîrozweriya êgir ji Zerdeşt digire. Thales ji van xalan tenê li ser avê disekine. Anaxsimenes li ser hewayê disekine. Empedokles ax jî daye ser van xalan û ew jî wek elementa ewil pejirandiye.



Li gorî ku me li jor jî diyar kir,bi awayekî eşkere fîlozofên yewnanî ji Zerdeştê medî bandor girtine. Di vî warî de gelek behrem û çavkanî hene. Hemû çavkanî jî nîşan didin ku Zerdeşt fîlozofê ewil e û felsefe û ramanên fîlozofên ewil jî yekem car ji aliyê wî ve derketine holê. Lê îro ne tenê Zerdeşt û felsefeya wî, hemû nirx û serbilindiyên Kurdan ji holê hatiye rakirin. Heke îro netewa Kurd xwedîdewletek biya dê bihata dîtin ku Kurdan di avabûna şaristaniya cîhanê de rola herî girîng leyîstine. Lewra welatê Kurd ango Mezopotamya dergûşa çand û şaristaniyê ye. Her çiqas îro werin înkar kirin û tu mafê jiyanê ji çand û dîroka wan re neyê naskirin jî,bav û kalên Kurdan teşe dane şêwaza cîhanê ya îroyîn.



Ez dê bi vê nivîsê re destpê bikim û her carekê li ser fîlozofekî Kurd rawestim hûn dê wê demê bibînin ku gelek fîlozofên ku Tirk û Ereb û Ecem lê xwedî derketine birastî Kurd in. Ev xebat li gorî min dê sînorê raman û felsefeya Kurdan jî dê bide nîşandan.



30.12.2013 02:34 | xendekî