Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hasan cemal] de;

18. Vê carê jî gotiye ez ê 7'ê pûşperê dengê xwe bidim hdpê.:



Beşek ji nivîsa Hesen Cemal

Di hilbijartinên 7'ê hezîranê de dema ku HDP'ê benda hilbijartinan a ji sedî 10 derbas bike , ew tê wateya ku Erdogan dê di halekî nebaş de di wan 1150 odeyên saraya xwe de bitenê bimîne.

HDP kabûsa sultanê wê sarayê ye, lewre jî xezeb û zikreşiya dilê Erdogan û tetikçiyên wî zêdetir bûye û dibe ku gelek xefk û planan li pêşiya Selahettin Demirtaş û pariya HDP daynin.

Dîsa dibêjim; HDP di 7 hezîranê de kabûsê sultanê wê sarayê ye. Ji ber ku ew ditirse HDP benda hilbijartinan derbas bike û bibe destpêka ketina wê seltenatê.

Ji hilbijartinan re 3 meh mane. Ez naxwazim gotina xwe zêde dirêj bikim, li ser vê erdê. li ser navê demokrasî û aştiyê ezê dengê xwe bidim HDP'ê



05.03.2015 14:11 | xendekî

11. ev nivîskarên ji pişta kurdan pera dixwin ev jî yek ji wan e. lê mixabin dema em kurd behsa xwe bikin ew ê zêde ne balkêş be lê dema yekê perexwur ê ne kurd were behsa me bike em hemûyê rabin herin wî bixwînin. sosret. ji ser pişta kurdan li ser navê delîlaya leheng nivîsand û jê pere xwar û hemû kurdên tirkî dizanin çûn pirtûka wî kirîn û pere danê lê dema hilbijartin çû dîsa ser îmana xwe û got ez nadim we kurdno. ez pê we tenê pere qezenc dikim.



17.04.2014 01:35 | xendekî