Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mamik] de;

25. Çend Mamik ji gundikê melê



1. Mamkê minê mamanî

Qesra spî bê derî. Çî ye?



2. Mamkê minê mamanî

Rojê bûk e şevê pepûk e. Çî ye?



3. Mamkê minê mamanî

Pirtika karê li ser guhê darê. Çî ye?



4. Mamkê minê mamanî

Sindirûka li ser sindirûkê mifte ya li destê bûkê. Çî ye?



5. Mamkê minê mamanî

Sergelgele bingelgele çavzîq û simbêlbel e. Çî ye?



5. Mamkê minê mamanî

Hilindo milindo kurek ji babê bilindo. Çî ye?



6. Mamkê minê mamanî

Tişta tiştanî di nêv mîzera siltanî ji bilî Xwedê kes nizanî. Çî ye?



7. Mamkê minê mamanî

Ji hire heta Mûsil hemî morîyên sinsil. Çî ye?



8. Mamkê minê mamanî

Ji hire heta Bexda kulav rada. Çî ye?



9. Mamkê minê mamanî

Serhilû ye ne mar e, grêkodel e ne dar e, giya dixwe ne dewar e. Çî ye?



10. Mamkê minê mamanî

Şil bike, rep bike, tê re bike. Çî ye?



11. Mamkê minê mamanî

Vî milî teht e wî milî teht e nêvê de şil û şeht e. Çî ye?



12. Mamkê minê mamanî

Mezela şuştî û miştî du feqên çavreş tê de rûniştî. Çî ye?



13. Mamkê minê mamanî

Tu girê didî diçe, tu berdidî disekine. Çî ye?



14. Mamkê minê mamanî

Reş e reş e wek qîr, kutilka çêdike wek mala mîr. Çî ye?



15. Mamkê minê mamanî

Reş e reş e wek qîr difire wek tîr. Çî ye?



16. Mamkê minê mamanî

Zerik goştînî, girar qîrînî, hesko darînî. Çî ye?



17. Mamkê minê mamanî

Bazina xezalê gêr bû newalê. Çî ye?



18. Mamkê minê mamanî

Ez ji tehtê de diavêjim naşikê ez diavêjim kulekukê de dişikê. Çî ye?



19. Mamkê minê mamanî

Keçika dukezî serbanan ve bezî. Çî ye?



20. Mamkê minê mamanî

Yekê got ayy! milê mino. yekê got: ayy! pişta mino. yekê got xwezka min û canê mino. Çî ye?



21. Mamkê minê mamanî

Ji şikêrê ye ji têrê ye ji rêrê ye. Çî ye?



22. Mamkê minê mamanî

Komkirî barê gakê vekirî weke çîyakê. Çî ye?



23. Mamkê minê mamanî,

Mamê bi lingikê diçe şerê gundikê. Çî ye?



24. Mamkê minê mamanî,

Ser text e, bin text e, di nêvê de pîrek bê bext e. Çî ye?



25 Mamkê minê mamanî

Ker zirî kuşpil firî. Çî ye?



26. Mamkê minê mamanî

Hespê boz kir toz. Çî ye?



27. Mamkê minê mamanî

Çil çîk in, çil berçîk in çil ode ne çil kilîle ne. Çî ye?



28. Mamkê minê mamanî

Sînîya savarê ya li ser guhê darê. Çî ye?



29. Mamkê minê mamanî

Şikefta tarî tejî tê de mirarî. Çî ye?



30. Mamkê minê mamanî

Ez çûm şikeftekê min darek rast nedît ez bigirim bi destê xwe. Çî ye?



31. Mamkê minê mamanî

Çêlekoka zerik ji xwe re di gere. Çî ye?



32. Mamkê minê mamanî

Sermişar e, pêxepar e, heçî nezane dewar e. Çî ye?



***



Bersivên mamikan



1. HÊK

2. NIVÎN

3. KON

4. GÊRUSE

5. RÊVAS

6. JINA HEMLE

7. BARAN

8. BERF

9. KUSÎ/ŞKÊVLATUK

10. TA Û DERZÎ

11. HEVÎR

12. GOZ

13. PÊLAV/SOL

14. KÊZA GÛ

15. KÊÇ

16. KIL Û KILDANK

17. MAR

18. KEWZAN/KIZWAN

19. BANGUR

20. DÎWAR, GIRŞ Û BANGUR

21. GÊRUSE

22. KON

23. MÎRKUT/MÊKUT

24. KUSÎ/ŞKÊVLATOK

25. TIVINK/TIFEK

26. AŞ

27. PÎVAZ

28. HINAR

29. DEV Û DIDAN

30. ŞAXÊ BIZINAN

31. KULIND/KUNDIR

32. DÎK/DÎKIL



03.03.2015 22:41 | xendekî

11. Mamikê mino; şevê bûk e, rojê pepûk e.(Milkis_Sivnik_Kinoşik_Cirofik)



Mamikê mino; şil dikim, leb dikim, bi tê re dikim.(Ta û Derzî)



Mamikê mino; şaşik li ser sera ye, bang dide ne mela ye.(Dîk_Keleşêr)



Mamikê mino; sorê dev birî, qûna bavê te re kirî.(Misîn)



Tiştekî mino tiştanî; spî ye dişibe berfê, reş e dişibe qîrê.(Qîr)



Tiştekî mino tiştanî; şildim bildim, şeş pê û du sim.(Mêzîn_Şihîn)



Tiştekî mino tiştanî; tijî simê gayê, danê hêrayî.(Hinar)



Tiştekî mino tiştanî; tu serê wê hinekî bibirî dirêj dibe û diherike, tu teniştê wê bibirî fireh dibe û stûr dibe.(Coya Avê)



Tiştekî mino tiştanî; xazî bezî, yê bi kendalekî ve bezî.(Kew)



Tiştekî mino tiştanî; yek direqise, yek diçe, yek dimîne.(Agir, Dûman, Xwelî)



(çavkanî: xebata mamikan a rênas (bnr: xendekî)



30.12.2013 02:26 | xendekî