Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çûna çîyê ya endazer] de;

9. bi rastî dema ku min sernivîs û peyamên di tê de hatine nivisîn xwend ez pir aciz bûm. mijareke ku bilî qirêjîyê kêrî tiştekî nayê. ne sempatîzanan paqij mane, ne jî dilberan. hema bêje li destê hev girtine û bi tevahî di nav herîyê de hev gewixandine.



bi sêrî de em dikarin endazer rexne bikin û heya niha min jî têra xwe rexneyên xwe ji endazer kir. heta dibe ku ti kesî weke min rexne ji wî nekiribe. û ya ez dizanim endazer mirovakî wisaye ku ne ji rexneyan ne jî heqeretan natirse. ew neçar nîne ku wek me bifikire û em jî neçar nînin ku wek wî bifikirin. em dikarin rexnayan bikin lê em nikarin bi zorê ve wek xwe bidin fikirîn. rexne tişteke baş e, lê ne vî qaydeyî... heya niha min endazer gelek caran ne ji bo fikrên wî, lê bona şêwaza wî rexne dikir. nexwe em vê gavê çi dikin? dema ku em tiştên ku rexne dikin, ger em xwe bikin ev tişteke şaş e. bi xwedê dema ku min mijar û peyamên tê de dîtin, min şerm kir. ev mijar jî, peyamên tê de jî ne ji bo camêra ye.



di dawîyê de ez bi rihetî dikarim vê yekê jî bêjim ku, her çiqas fikrên min û endazer wek hev nîbe jî û wî bixwe nasnekim jî, ez di dinya xwe qedr û Qîmetê wî digrim Û di dinya min de mirovekî hêja ye. ji ber ku hêjayî bi îdeolojîyan ve girêdayî nîne. kurdbûn, kurdîtî û welatparêzî bi taybetî ji bo sempatîzanan tenê nîne. gelek kesên ku wek me nafikirin jî, wek me heta me zêdetir kurdbûna xwe, kurdîtîyê û welatparêzîyê xweyî derdikevin.



10.06.2014 13:06 | nazim tolhildan