Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mişer bunalım] de;

2. strana ku çîrokeke bavê min ji min re gotibû anî bîra min:

rojekê qijakek dengê xwe aciz dibe û divêje "kes dengê min hez nake, li vir şûn de ez dengê xwe dernaxim, dengê bilbilê pir xweşe, ji ber vê yekê ezê teqlîda bilbilê bikim û biceribînim ku dengê wê derxim". bi vî avayî, qajik bi salan re dengê xwe dernaxê û emrê xwe bi teqlîda dengê bilbilê ve derbas dike. roj didin pey rojan û salan derbas dibe lê qajik dike nake dengê wê weke dengê bilbilê dernakeve. her çiqas biceribîne jî pêk naçe. di dawiyê de poşman dibe û dibêje " ez qajikim, bikim jî nekim jî dengê bilbilê ji min dernakeve". dawiya dawîn, vedigere li ser dengê xwe û eslê xwe. lê mixabin ferq dike ku dengê xwe yê eslê xwe jî bîr kiriye. li vir şûn de qajik dike nake, ne dikare dengê bilbilê derxe, ne jî dikarê dengê xwe derxe. dengekî ecêb derdixe û kes nizane mehlûqeke çawa ye...



13.09.2014 11:36 | nazim tolhildan